Bi sedan kes li dijî OHAL'ê demokrasiyê diqîrin 2018-01-14 17:04:43 STENBOL - Girseya li ser banga KESK'ê li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê dicivin, dirûşma "Ne OHAL demokrasî" berz dike. Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), ji bo OHAL bê rakirin, Biryarên Di Hukmê Qanûnê De (KHK) bên betalkirin û kedkarên ji kar îxrac kirine ji şûn ve vegerin karê xwe, li Qada Azadiyê ya Bakirkoya Stenbolê mîtîngê pêk tîne. Bi hezaran kes bi dirûşma "Ne OHAL demokrasî" diherike qadê.   Di meşê de hevserokên giştî yên KESK'ê Aysun Gezen û Mehmet Bozgeyîk, Seroka Giştî ya Egîtîm Senê Ayfer Aytekîn Aydogan, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ê Stenbolê Atîlla Dogan, Serokê Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Raşît Tukel, wekîlên CHP'ê Alî Şeker, Sezgîn Tanrikulu, Hevserokê HDP'a Stenbolê Cengîz Çîçek, Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD), (HDP), Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP), Partiya Kedê (EMEP), Tevgera Hezîranê ya Hevgirtî, Partiya Şoreşger, Meclisên Karkeran, Kaldiraç, Haber-Sen, Yapı Yol-Sen, Yekitiya Têkoşînê û Partiya Çep û Keskan jî di nav de gelek kes bi pankartên "Ne OHAL demokrasî", "Bila Nuriye û Semîh bijîn", "Em ê teslîmî OHAL û KHK'an nebin" berbi qadê ve dimeşin.   Mîtîng bi axaftinan dewam dike.