Olûç: Hûn bi operasyonan nikarin xebatên HDP’ê asteng bikin 2020-12-02 13:48:27   ENQERE – Cîgirê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç diyar kir ku di du hefteyên dawî de nêzî hezar kesî hatine binçavkirin û got: “Hûn bi binçavkirin û girtinan nikarin xebatên siyasî yên HDP’ê asteng bikin.”   Cîgirê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û geşedanên di rojevê de nirxand.   Olûç bal kişand ser hevdîtinên li ser mûçeya kêmane ya dê di 4’ê kanûnê de li Meclîsê dest pê bike û got mûçeya kêmaniyê tevahiya karker, kedkar û feqîran eleqedar dike û karker û kedkar bi rewşek xeternak re rûbirû ne. Olûç anî ziman ku heke mûçeyê kêmane were bihakirin jî divê ne di binê ji sedî 40’î de be û xwest mûçeyê kêmane bi dilê karkeran be û got: “Pêwîste mûçeya kêmane bibe 4 hezar TL.” Olûç budçeya ji bo Qesra Serokkomariyê tê veqetandin jî rexne kir û got divê di şûna budçeya Qesrê de budçeyê bidin xelkê.   ‘HEJMARA DANEYÊN KORONAYÊ DEREW IN’   Olûç destnîşan kir ku îqtîdar nikare pêvajoya pandemiyê ango koronayê birêve bibe û got: “Herhal li dinyayê di mijara daneyan de tenê ev îqtîdar derewan dike. Îqtîdar dixwaze bi hejmara pêketî û miriyan îdraksaziyê çê bike. Hejmar ango daneyên niha rojane tên dayîn ne rasteqîn in. Fiyaskoya di rêvebirina pandemiyê de didomin.”   ‘DIXWAZIN HDP’Ê TUNE BIKIN, LÊ WÊ HDP TUNE NEBE’   Olûç bal kişand ser pêla binçavkirin û girtinên li ser HDP’ê û welatiyên kurd û wiha got:   “Di du hefteyên dawî de nêzî hezar kesî hatin binçavkirin. Di nav ên tên binçavkirin de kesê bi koronayê ketine jî hene. Ev binçavkirin temamî dijhiqûqî ye. Ev binçavkirin li dijî kesên siyaseta demokratîk birêve dibin pêk tê, em vê şermezar dikin. Ji bo astengkirina xebatên HDP’ê ji ji destê wan tê dikin. Van binçavkirin û girtinan ji bo astengkirina xebatên siyasî yên HDP’ê li dar dixin. Herî dawî duh li Şirnexê bi dehan hevalên me hatin binçavkirin. Wezareta Karên Navxweyî û îqtîdar bi taybetî Şirnexê bijartiye û oprasyonan lê birêve dibe. Her cûre hîleyên hilbijartinê li Şirnexê pêk anîn û da ku bi ser bikevin. Hîleyên wan hilbijartinê têr nekir, vê carê jî qeyûman tayînî şaredariyên me navçeyan kirin û şaredariyên me desteser kirin. Armanca van operasyonan û binçavkirinan tunekirina HDP’ê ye. Di rojeva îqtîdarê de tenê operasyon û êriş hene. Hewl didin HDP’ê tasfiye bikin. Lê ew çi dikin û bila bikin wê HDP têkoşîna xwe ya azadî, aştî û demokrasiyê berdewam bike.”