Tirkiye di duriyanê de ye 2020-12-09 13:58:17 ENQERE - Hevberdevkê Komîsyona Karên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy, têkildarî daxuyaniyên Serokomar Erdogan ên beriya Zîrveya Serokên Yekîtiya Ewropa ku bang li diyalogê kiribû, nirxand û got: "Tirkiye di duriyanê de ye. Tirkiye dê an hin tawîzan bide, an jî dê Yekîtiya Ewropa (YE) bi Tirkiyeyê bide kirin.    Zîrveya Serokan a Yekîtiya Ewropa (YE) ku 2 rojan bidome sibê dest pê dike. Di zîrveyê de welatên Yekîtiya Ewropa (NY) ji ber polîtîkayên Tirkiyeyê yên têkildarî rageşiya Rojhilatê Deryaya Spî armanc dike ku der barê Tirkiyeyê de biryarên danekirinê bide. Beriya Zîrveya YE têkildarî zîrveyê Hevberdevkê Komîsyona Karên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy, nirxandin kir û got: "Tirkiye li Rojhilatê Derya Spî rageşiyê zêde dike û dixwaze "Maseya muzakereyan" ava bike. Tirkiye hin caran di aliyê eskerî de dikeve nava hin hewldanan. Bi Keştiya Oruç Reis li deryayê lêkolînê dikin. Lê di rastiyê de tu kêkolîn jî li holê tune ne. Bi van tevgeran dixwazin bi Yunanistanê re maseya muzakereyan ava bike. Lê li hemberi vê yekê welatên Ewropa ku bûne yek li dijberî xwe dît. Yunanistan, mijara Kibris û Rojhilatê Derya Spî wekî meseleya Ewropa nîşan da û bi ser ket. Ji ber vê yekê Tirkiye bi temamî bi tenê maye."    Ozsoy, destnîşan kir ku polîtîkayên beriya zîrveyê êdî tu fêdê nake û wiha axivî: "Di serî de Almanya û gelek welatên Ewropa Tirkiye raste rast tîne hemberî xwe û dixwaze bi Tirkiyeyê hin pêkanînan bide kirin. Niha Tirkiye di duriyanê de ye. Welatên Yekîtiya Ewropa (YE) di civîna xwe ya têkiliyên derve de îşaretên ku li dijî Tirkiye biryarên danekirinan bidin, dan. Ji ber ku hikûmet jî vê yekê dibîne, peyamên nerm û germ dide. Banga diyalog û diplomasiyê dike. Lê ev mijar êdî bi axaftinê nayê çareser kirin. Niha Tirkiye ketiye duriyanê. An tê dawîzan bide YE'yê, an jî dê YE bi Tirkiyeyê bide kirin. Dibe ku danekirina aborî li ser Tirkiye ferz bike. Eger Tirkiye li dijî Yekitiya Ewropa gavên şênber navêje, dibe ku helwesta YE li hemberî Tirkiye bê guhertin. Di aliyê aborî de dibe ku biryarên danekirinê ku bandorek neyînî li ser civakê bike jî bidin. Piştî Jeo Biden hat îqtîdara DYA yek ji niqaşa sereke danekirina Tirkiyeyê ye. An îqtîdar dê dawîzan bide, an jî dê YE bi Tirkiyeyê bide kirin. Biryarê danekirinan li Tirkiyeyê ferz bike. Eger Erdogan di mehên Adar û Nîsanê de tawîzên mezin nede, Hem DYA û hem jî YE dê danekirinan li Tirkiye ferz bike."    Ozsoy, da zanîn ku dibe Erdogan çend gavên din vê pêvajoyê peşve bibe û wiha axivî "Lê di nava Tirkiye û YE û di navbera Tirkiye û DYA de pirsgirêkên esasî hene. Heta ku ev neyên çareser kirin dê li dijî Tirkiye danekirinan bikin."    Ozsoy, herî dawî bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên gerdûnî, yên beriya Zîrveya Serokên YE û wiha got: "Yekîtiya Ewropa vê carê dê yekem car têkildarî binpêkirina mafên mirovan rejîma danekirinan a navneteweyî têxe meriyetê. Rêxistin, şexs û dewletên tev li binpêkirinên mafên mirovan bûne, eger mafên mirovan binpê bikin, (di nava van îhlalan de îşkence, înfazên bê daraz, binçavkirin û girtinên keyfî jî hene), ev kesên mafên mirovan binpê kirine li ku dera cîhanê dibe bila bibe, dê der barê wan de danekirinan bikin. Li gorî me ev yek biryarek derengmayî ye. Piştî van danekirinan dê di demên pêş de rageşiya navbera Tirkiye û YE bêtir zêde bibe. Di salên dawî de welatên YE herî zêde bi Tirkiyeyê re pirsgirêkan dijî. YE dê di demên pêş de van mekanîzmayên danekirinê li dijî Tirkiye têxe meriyetê."    MA / Berîvan Altan