AKP'ê cezayê hişyariyê da Arslan 2020-12-10 16:48:26   ENQERE - Parlementerê berê yê AKP'ê Mehmet Îhsan Arslan ji ber ku derbarê pirsgirêka kurd de hin daxuyanî dabûn ji aliyê partiya xwe ve sewqî dîsîplînê hatibû kiribûn û partiya wî cezayê hişyariyê dayê.    Lijneya Dîsîplînê ya Navenda AKP’ê, di bin serokatiya Parlementerê Semsûrê yê partiyê Ahmet Aydin de kom bû. Di civînê de dosyaya Parlementerê AKP'ê yê berê yê Amedê Mehmet Îhsan Arslan ku bi biryara Lijneya Rêveberiya Navendê, sewqî dîsîplînê hatibû kirin, hat giftûgokirin. Di civînê de parastina ku Arslan bi nivîskî dabû Lijneya Dîsîplînê ya Navendê û axaftinên wî hatin nirxandin.   Lijneyê ji ber qenaeta niyeta Arslan partiyê têxe rewşeke nebaş nîne, derbarê wî de biryara cezayê hişyariyê da.