Tosun ji bo binpêkirina li Sûrê xwest meclîs lêkolîn bike 2020-12-11 10:56:27   AMED - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun, xwest meclîs der barê binpêkirina mafan a 5 salên dawî ku li Navçeya Sûrê pêk hatiye lêkolîn bike.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Remziye Tosun, xwest meclîs der barê binpêkirinên mafên mirovan ên piştî qedexeya Sûrê dest pê kir û hita niha pêk hatine lêkolîn bike. Tosun, pêşniyarnameya lêkolîne da Serokê Meclîsê û xwest binpêkirinên mafan ên li taxên Cevatpaşa, Dabanoglu, Fatihpaşa, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê yên Sûrê ku 6 caran qedexeya derketina kolankan hat îlankirin lêkolîn bike û got: "Qedexe hêj didomin.  Zêdeyî 20 wargehên jiyanê zerar dîtin. Zêdeyî 23 hezar mirov koçber bûn. Li gorî peymana Parastina  Mîrateyên Xweza û Çandê ya Cîhanê ku Tirkiye îmze kiriye, li dijî rêgeza ku welatî ji xizmeta cemaweriyê sûdê bigirin  tev geriya ye. Li taxan di encama şer de çekên giran bikar anîn. Ji ber çekên giran qadên sîtê yên bajar û warên dîrokî yên nava Surê zerar dîtin. Gelek xaniyên mîmarî yên tescilkirî zerar dîtin.    Tosun ji Serokê Meclîsê xwest meclîs binpêkirina mafan ên li Sûrê lêkolîn bike.