Ji Bulbul bo Soylû: Dewama zîhniyeta JÎTEM, Esat Oktay, Yeşîl û Mehmet Agar e 2020-12-15 10:19:45 ENQERE – Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul ê li Desteya Giştî bertek nîşanî Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû da û got: “Soylû gef û gûrê xwe wek dewamiya Mehmet Akar, JÎTEM, Yeşîl û Esat Oktay Yildiran dike.”   Di hevdîtinên Budçeya Navendî ya 2021’an a li Desteya Giştî ya Meclîsê parlamenterên HDP’ê bi awayek tund polîtîkayên îqtîdarê rexne dikin. Di van hevdîtinan de Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû li Desteya Giştî axivî û axaftina wî tenê ji heqaret, gef û gûrên li dijî HDP’ê û gelê kurd pêk dihatin.   Parlamenter ango Koma HDP’ê ya li Meclîsê jî di kêliya axaftina Soylû de li maseyan xist û bi hildana wêneyên êşkenceyê û tecawizkaran berteka herî bi hêrs a salên dawî nîşanî Soylû û îqtîdarê dan.   Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul jî derket kursiyê Meclîsê û bertekek tund nîşanî heqaret, gef û gurên Soylû da. Berteka Kemal Bulbul di raya giştî û medya civakî de deng veda.   Bulbul têkildarî bersivdayîna Soylû ji ajansa me re axivî.   Kemal Bulbul destnîşan kir ku îqtîdar û şirîkên xwe ji bo HDP’ê, xelkê, ciwanan, jinan, kedkar û karkeran bêdeng bikin, bitepisînin û bêzar bikin çi ji destê wan tê dikin û got: “Di pêvajoyek ku îqtîdar her tiştî winda dike, dixwaze HDP’ê bike dijmin û wisa carek din bi ser bikevin. Niha jî dixwazin bi ‘Palan Têkbirinê’ ya sala 2014’an bisepînin.”   ‘SOYLÛ BERDEWAMIYA ZÎHNIYETA JÎTEM, ESAT OKTAY E’   Bulbul nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ku dixwaze HDP were girtin û wiha got: “Ev daxûyanî tercîha AKP’ê ye lê bi deve MHP’ê didin gotin. Di siyaseta MHP’ê de ne pîvanek yasayî û ne jî pîvanek ehlaqî heye. Serokek giştî yê partiyekê ji bo partiyek din dixwaze partiya me were girtin. Ev bi serê xwe sûc e. Yek ji wê partiye rayedarek jî bi gotinên ku însan bilêv nake êrişî me dike, me sûcdar dike û heqaretê li me dike. Tev ji nirxê ehlaqî berdin, ev gotin bi mirovî jî nayên ziman. Ev ne şêwaz û rêbaza birêvebirina siyasetê ye. Ev şêwaz û rêbaz a tepisandin, tunekirin, tune hesibandinê ye. Ev kes yanî yên mîna Suleyman Soylû, Devlet Bahçelî tecrûbeya ku ji Îttîhat Terakî, Plana Şerqê ya Islahatê, Qanûna Dersimê û ji salên 90’î wergirtine îro dubare dixin dewrê û xwe wisa birêve dibin. Em dizanin ku Suleyman Soylû dixwaze feraseta salên 90’î birêve bibe. Suleyman Soylû gef û gûrê xwe wek berdewamiya Mehmet Akar, JÎTEM, Yeşîl û Esat Oktay Yildiran birêve dibe.”   ‘DIVÊ EM XWEDÎ LI NIRXÊN KEMALAN, MEZLÛMAN DERKEVIN’   Bulbul anî ziman ku çi dibe bila bibe ew ê li dijî polîtîkaya tunekirinê derkevin û got: “Werin em siyasetê bi civakî, dîrokî, bawerî û çanda siyasî bikin xwedî pirjimariyê. Birêvebirina heqîqeta siyasetê tam jî ev e. Lazim e em li dijî vê zilma wan xwedî li nirx û mîrateya Denîzan, Îbrahîman, Mahîran, Kemal Pîran û Mezlûman derkevin. Xwedî derketina heqîqeta siyasetê divê wisa be. Divê em destûrê nedin heqaretê li me û nirxên me werin kirin. Çimkî em xwedî li mîrateya têkoşîna sed salî derdikevin. Ji bo ku sûcên xwe û kirinên xwe veşêrin radibin heqaret û tehdîtan li HDP’ê û kurdan dikin.”   MA/ Zemo Aggoz - Dîren Yûrtsever