Hamzaoglu: Ji Kobanê dersê derxin 2018-01-17 16:21:11   AMED - Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu, diyar kir ku hewldana êrîşeke li dijî Efrînê dê li wir sînor nemîne, şer li tevahiya sînor belav bike û xwest Tirkiye ji Kobanê dersê derxe.   Piştî Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan gef li gelên Efrînê xwar, medyaya desthilatdar bi her awayî şerê li dijî kurdan sor kir. Li dijî ve yekê nerazîbûnên raya giştî zêde bûn. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Prof. Dr. Onur Hamzaoglu hewldana êrîşa li dijî Efrînê nirxand û aşkera kir ku Erdogan ji bo polîtîkaya navxweyî biguherîne, gefan li Efrînê dixwe, lê dê hêzên navneteweyî destûrê nedin vê yekê. Hamzaoglu aşkera kir ku erîş dê bê wateya êrîşa li dijî dewleta Sûriyeyê, xwest dewleta tirk ji Kobanê dersê derxe.   ‘DIXWAZIN POLÎTÎKAYA NAVXWEYÎ BUGUHERÎNIN’   Hamzaoglu diyar kir ku gefên li dijî Efrînê lewazbûna wan dide nîşan û wiha axivî: "Desthilatdariyê demek berê rojeveke wekî Qudûsê ava kiribû û dixwest ji vir derfetekî bi dest bixe. Serokê Giştî yê AKP'ê dixwaze bi vê polîtîkaya navxweyî biguherîne. Divê polîtîkaya derve demborî be. Lê polîtîkaya Tirkiyeyê ya derve, mixabin dagirkirina axê, çavkaniyên welatan ên bin erdî beşeke wan bi dest bixe. Di nava vê hewldanê de ne. Di rewşa heyî de dewletên wekî tirkiyeyê tenê dikarin tetik kêşiyê bikin. Ji ber wê di demên dawî de gotinên ku davêjin holê, sedemeke wê jî ew e krîza aborî ya li welat binuxumînin."    ‘DÊ ŞER LI TEVAHIYA SÎNOR BELAV BIBE’   Hamzaoglu destnîşan kir ku heke Tirkiye bikeve Efrînê dê windahiyên mezin bide û wiha pê de çû: "Dibe ku Tirkiye Efrînê bombe bike lê ev yek dê bandorê li ser gelên li Tirkiyeyê bike. Dibe ku ketina Efrînê hêsan be, lê derketin dê ne hêsan be. Ev dê bi ketina Tirkiyeyê ya axa Sûriyeyê ya fermî be. Dawiya dawî Sûriye niha dewlet e û dê bê wê wateyê ku Tirkiye di warê hiqûqî de li dijî dewletekê şer îlan kiriye. Ev xwe avêtina nav agir e. Ev dê tenê bi Efrînê re sînor nemîne, dê li tevahiya sînor şer gur bibe. Dê şerê li ser axa Tirkiyeyê jî zêde bike."   ‘DIVÊ JI KOBANÊ DERS BÊ DERXISTIN’   Hamzaoglu got ku divê ji Kobanê ders bê derxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi şerê li Sûriyeyê re 3 milyon welatiyên Sûriyeyê li Tirkiyeyê dijîn. Qada navneteweyî ji bo Sûriyeyê ber bi sulhekî ve dikin, lê heke şerek li Efrînê dest pê bike, dê êşên nû bi xwe re bîne. Ez ji ber ku hemwelatiyê welatekî wiha me, ez ji xwe şerm dikim."