HDP'ê têkildarî budçeyê gel agahdar kir 2020-12-17 16:07:55   STENBOL - Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê, derbarê nîqaşên budçeyê yên li Meclîsê dewam dikin de, li Sariyerê belavok belav kirin.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, derbarê nîqaşên budçeyê yên li Lijneya Giştî ya Meclîsê dewam dikin de, li Sariyerê belavok belav kirin. Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bûlût û rêveberiyên navçeya Sariyerê beşdarî bernameya belavok belavkirinê bûn.    HDP'iyên di çarçoveya bernameyê de, dikandarên Sariyerê jî ziyaret kirin, pirsgirêkên dikandaran guhdar kirin û derbarê budçeyê de gel agadar kirin.