Bûldan ji bo biryara Demîrtaş got: Efendîno ev biryar we eleqedar dike 2020-12-23 13:41:14   STENBOL – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan têkildarî biryara DMME’yê ya derbarê Demîrtaş da axivî û bersiva Serokkomar Erdogan gotiye “ev biryar me eleqedar nake” da û got: “Efendîno ev biryar we eleqedar dike. Hûn neçarin hevalên me hemûyan berdin.”    Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li gel parêzerên Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê têkildarî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ku xwest Demîrtaş were berdan, civîna çapemeniyê li dar xist. Civîna çapemeniyê ji aliyê gelek rojnamevanan ve hat şopandin.    ‘TÊKILIYA SIYASET Û DARAZÊ DERDIXE HOLÊ’    Di civînê de ewilî parêzerê Demîrtaş, Mahsûnî Karaman axivî û diyar kir ku ew rêwiyên rêyek dûr û dirêj in û spasiya kesên di vê rêyê de ked didin kir. Karaman got biryarek mezin a derbarê Demîrtaş de ku têkiliya  siyasetê û darazê eşkere dike li holê ye.    ‘BIRYAR RONTGENA KRÎMÎNALÎZEKIRINA SIYASETVANÊN KURD E’    Ji parêzerên Demîrtaş, Ramazan Demîr jî bal kişand ser hedef nîşandana siyasetmedarên kurd û wiha got: “Siyasetmedarên kurd di her mecrayê de hedef tên nîşadnan. Bi awayek li dijî Destûra Bingehîn destnedayîna parlamenteran rakirin. DMME li ser tevahiya pêvajoya binçavkirin û girtina di 4’ê Mijdara 2016’an de li dijî HDP’iyan hat destpêkirin dinirxîne. Ev biryar tenê ne ji bo girtina Demîrtaş û berdana wî ye. Ev biryar ji bo tevahiya siyasetmedarên kurd ku bi destê darazê tên mexdûrkirin e. Vê biryarê krîmînalîzekirina siyasetmedarên kurd a bi destê darazê wek rontgenekî derxistiye holê. DMME tespîtên pir girîng dike. DMME tespîtên ku pergala daraza Tirkiyê bi ser hevde qulîpîne dike. Heke hinek ji hiqûqê re hurmet hebe, divê derkevin dadgehan hemû bigirin. Dadgerên ku bi fermanê dixebitin. DMME bixwe viya dibêje.”    ‘DMME DIBÊJE KU KCD NE ŞAXEK RÊXISTINÊ YE’    Demîr destnîşan kir ku yek ji sernavên herî girîng jî yê biryara DMME’yê ji bo Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ye û wiha got: “Li Leyla Guven 22 sal û 3 meh ceza hat birîn. Demildest hat girtin. Her roj însan ji ber faliyetên KCD’ê tên cezakirin. Dadgeha Bilind a Tirkiyê KCD’ê wek şaxek rêxistinê qebûl kir. DMME jî pir eşkere dibêje ku KCD orgînasyonek yasayî ye û faliyetên wê jî nabin ‘endamtiya rêxistinê.’ DMME dibêje ku Demîrtaş nabe ku bikin ‘endamê rêxistinê’ ya KCD’ê û viya wek delîl nabîne. Dibêje tu spartinek Tirkiyê ya yasayî nîne ku van kesan ji xebatên KCD’ê sûcdar bike. DMME vê yekê cara ewile dibêje. Lewma ev pir girîng e.”    DMME GOTINÊN ERDOGAN JÎ NIRXANDIYE    Demîr anî ziman ku DMME balê dikişîne ser gotinên “em ê pêngavê bikin û îşê xwe biqedînin” û “me eleqedar nake” yên Serokkomarê AKP’yî Erdogan û got: “Tu tiştek ji ber çavê Dadgeha Ewropayê nereviyaye. Mudaxileyên rayedarên hikumetê yeko yeko û Serokkomar ên li ser darazê derbasî girtekan kiriye. DMME’yê gotinên di serdema pêvajoya çarseriyê de ku 5-6 sal şûn ve derdikevin pêşberî siyasetmedaran jî nirxandiye û DMME gotiye ev yek jî nayê qebûlkirin. Hemû gotinên rayedarên Tirk yek bi yek nirxandiye û hemû îdiayên dadgeriya Tirkiyê pûç kiriye û dixwaze Demîrtaş tavilê were berdan.”    BIRYAREK DÎROKÎ YE    Ji parêzerên Demîrtaş, Benan Molû jî destnîşan kir ku biryara Dadgeha Ewropayê ya ji bo Demîrtaş daye tenê ne ji bo Tirkiyê ji bo welatên Konseya Ewropayê jî biryarek dîrokî ye. Molû diyar kir ku biryar teqez e û divê li ber çavan were girtin û bigirin biryarê. Molû anî ziman ku pêwîste piştî vê biryarê miwekîlê wan Demîrtaş demildest were berdan.    ‘NEBERDANA DEMÎRTAŞ SÛCÊ ÎŞKENCEYÊ YE’    Piştî parêzerên Demîrtaş, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan axivî û wiha got:    “Biryar tenê ne ne birêz Demîrtaş eleqedar dike. Ev biryar li dijî daraza ku fermanê xwe ji îqtîdarê digire û pûç bûye hatiye dayîn. Ev biryar li dijî yek zilamtiyê û qesrê ye. Biryara DMME’yê pir çarçoveyan vedike. Gelek hûrguliyên wê hene. Li gel 13 saet bi ser biryarê derbas bûye hêj Demîrtaş nehatiye berdan. Ev di heman demê sûcê îşenceyê ye. Pêwîste Demîrtaş bihata berdan. Lê hêj pêk nehatiye. Demîrtaş, hevalên me parlamenter û bi hezaran endam û rêveberên me ji 4’ê Mijdara 2016’an vir ve li zîndanên Tirkiyê dîl hatine girtin. Çar sal in azadiya wan û mafê birêvebirina siyasetê ji destê wan hatiye girtin. Ez destnîşan dikim ku di serî de pêwîste Demîrtaş û tevahiya hevalên me dîl hatine girtin demildest werin berdan. Demîrtaş ne siyasetvanek û însanek ji rêzê nîne. Bandorek erênî û mezin li ser civaka Tirkiyê heye.    Çima hêj Demîrtaş û hevalên me din dîl girtî ne? Me hêcetê vê yekê gelek caran got. Ez dikarim tenê tiştek bêjim. Ji Demîrtaş ditirsin. Ev yek tenê sedemek dîl girtina wî ye.    LEYLA GUVEN RÛMETA GELÊ KURD E   Di biryara DMME2yê de tenê derbarê Demîrtaş de di heman demê de derbarê KCD’ê jî biryara vekirî heye. Ev pir biryarek girîng e. Hêja Leyla Guven a Hevseroka KCD’ê li gel pêvajoya dadgeha bilind hêj nehatiye dayîn jî duh hat girtin. Ev têkçûna pergala hiqûqê ya Tirkiyê nîşan dide. Ev yek dide nîşandan ku edalet çawa dixebite û dadgeh çawa girîdayî Qesrê ne. Leyla Guven rûmeta gelê kurd û jinan e. Girtina Leyal Guven deqek reş e û li rûpelên dîrokê ketiye. Pêwîste ev bêhiqûqî demildest werin bidawîkirin.    EV BIRYAR WE ELEQEDAR DIKE EFENDÎNO    Nikarin bêjin ‘Ev biryar me eleqedar nake.’ Em jî dibêjin efendîno ev biryar we eleqedar dike. Pêwîste hevalên me hemû serbest werin berdan. Heke we peymanên Navnetenwî îmze kiribe hûn neçarin li gorî van biryaran tevbigerin. Lazime ev biryar ji bo hêja Demîrtaş ji bo hevalên me hemûyan emsal were nîşandan û werin berdan. Ji bo ku civaka Tirkiyê û xelkê me li Demîrtaş û hevalên me xwedî derdikevin, em spasiya wan dikin. Hindik ma wê di demek kin de hevalên me di nav me de bin.”    Civîn bi pirsên rojnamevanan û bersivên bo hat dayîn bi dawî bû.