Erdogan: DMME nikare li şûna dadgehên me biryar bide 2020-12-23 14:27:44   ENQERE – Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan, angaşt kir ku biryara DMME’yê ya ji bo Demîrtaş siyasî ye û ev tişt got: “DMME, nikare li şûna dadgehên me biryar bide. Tenê biryara ku li vir hatiye dayîn wê ji aliyê dadgehên me ve wê bê nirxandin.”   Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, di komcivîna partiya xwe ya li Meclisê de axivî. Erdogan, di civînê de derbarê biryara Daîreya Mezin a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ku duh ji bo berdana Serokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş dabû nirxand. Erdogan, angaşt kir ku biryara DMME siyasî ye û ev nirxandin kir: “DMME, nikare li şûna dadgehên me biryar bide. Tenê biryara ku li vir hatiye dayîn wê ji aliyê dadgehên me ve wê bê nirxandin.”   SÛCDARIYAN LI DEMÎRTAŞ KIR   Di berdewamê de Erdogan, angaşt kir ku Demîrtaş ne ji ber axaftin û xebatên xwe yên siyasî girtî ye û ev sûcdarî li Demîrtaş kirin: “Ev kes ji ber ku navberê naxe navbera xwe û terorê, bi fermana terorê bûye sedema kuştina bi dehan kesan di çavê gelê me de sûcdar e. Hêvî dikim ku heman dadgeh derbarê FETO’yê de jî heman nêzikbûn nîşan nede.”