Sererastkirina Ajansa Hawîrdorê li Meclîsê hat qebûlkirin 2020-12-24 10:43:18   ENQERE - Sererastkirina Ajansa Hawîrdorê ya ku muhalefet weke “Wezareta paralel” li dij derdikeve li Meclîsê hat qebûlkirin.    Sererastkirina Ajansa Hawîrdorê ya ku bi hinceta raye, qadro û budçe digire, mûafiyetên malî hene û ji rayeya venêrînên hûndir û derve re mûaf dibe muhalefet wek "Wezareta paralel” li dij derdikeve, bi 35 xalên ku avakirina Ajansa Hawîrdorê di nav de li Meclîsê hat qebûlkirin.   PEYWIRÊN AJANSA HAWÎRDORÊ   Ajans, wê di çarçoveya polîtîka û stratejiyên derdorê ku ji aliyê wezaretê ve werin diyarkirin de pergala rêveberiya depozîtoyê wê ava bike û bide avakirin. Ajans wê bedêla depozito, destheq, teminat û îadeyê bigire. Lijneya Rêveberiya Ajansa Hawîrdorê ya Tirkiyê ku ji aliyê Wezareta Bajarvanî û Hawîrdorê ve 3 salan wê bi qanûnê were peywîrdarkirin wê ji 7 endaman pêk were.   CEZAYÊ PERE   Li gorî sererastkirinê; esnafên ku poşetan bê pere û li dijî rêbazê bidin re wê cezayê pere li wan bê birîn, wê kapasîteya lêvegerîna bermahiyên paketkirinê bê zêdekirin. Wê ji kesên derdorê qirêj bikin re cezayê pere were dayîn, venêrîna tesîsên dagirtin û îstasyonên sotemeniyê wê bên zêdekirin. Wê guhertina rûnê motoran ji aliyê saziyên ku ji aliyê Wezareta Bajêrvanî û Hawîrdorê ve tên peywîrdarkirin bê kirin. Ji kesên bê destûr ên ji qeraxê çeman xîzê dikişînin re wê heta 300 hezar TL cezayê pere bê birîn. Kesên li qadên Sîtê û kendavên girtî çewlikên masiya ava bikin wê 100 hezar TL cezayê pere were birîn.   Wê kesên temenê wan seriya 15 salan da karibin scooterê bikar bînin û şaredarî ji rê û navêndên şarjê yên scooter û bisiqlêtên biceyran berpirsyar bin.