Berdevka HDP’ê Gunay: Biryara DMME’yê piştrast kir ku siyasetmedar dîlgirtî ne 2020-12-24 13:34:54   ENQERE – Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay têkildarî biryara DMME’yê ya derbarê Demîrtaş de got: “Siyasetmedar bi lîstikên Qesrê tên girtin. Bi biryarê re hat piştraskirin ku hemû yek bi yek dîlgirtiyên siyasî ne.”   Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xistin û geşdanên di rojevê de ne nirxand.    Gunay di destpêka xaftina xwe de behsa pêşnûmeqanûn ango teklîfa qanûn danîna qeyûman ser rêxistinên civakî yên sivîl kir û vê pêşnûmeqanûnê rexne kir û got ev teklîf li dijî Destûra Bingehîn e.    ‘DIVÊ ÎQTÎDAR DAWÎ LI ŞERMA XWE BÎNE’    Ebrû Gunay bal kişand ser biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê berdana Selahattîn Demîrtaş de da û wiha got: “DMME’yê bi vê biryarê girtina siyasetmedarên kurd di qada navnetewî de eşkere kir. Ev biryar wê wek şerma Tirkiyê di arşîva DMME’yê de cihê xwe bigire. Ev biryar da eşkerekirin ku Demîrtaş bi biryara siyasî girtî ne. Vaye DMME di biryara xwe de dibêje ku pêngavên qirêj hatine kirin. Ev biryar li dijî Destûra Bingehîn e. DMME dibêje li Tirkiyê azadiya ramanê û derbirînê nîne. Siyasetmedar bi lîstikên Qesrê tên girtin. Bi biryarê re hat piştraskirin ku hemû yek bi yek dîlgirtiyên siyasî ne. Her wiha DMME’yê gotiye ku KCD jî saziyek legal e û divê dawî li vê legalîzekirinê were. Pêwîste îqtîdar demildest dawî li vê şerma xwe bîne. Divê biryara DMME’yê bikeve meriyetê û di serî de Demîrtaş û girtiyên siyasî hemû werin berdan. Em di serî de ji bo Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Leyla Guven û tevahiya girtiyên siyasî banga qîrkirina azadiyê dikin. Werin em tev bi hev re meşa edalet û azadiyê mezin bikin.”    ‘LEYLA GUVEN REMZA BERXWEDAN Û DENGÊ YEKÎTIYÊ YE’    Gunay di dewama axaftina xwe de bi axaftina kurmancî bal kişand ser girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û wiha got:  “Dixwazin gefan li pêşengên têkoşîna azadiyê bixwin. 3 roj berê parlementera me ya Colemêrgê Leyla Guven hat girtin. Em pir baş dizanin ku bi rehîngirtina Birêz Leyla Guven re dixwazin gefan li gelê Kurd bixwin. Dixwazin gefan li jinên têkoşer bixwin. Dixwazin gefan li pêşengên têkoşîna azadiyê bixwin. Lê em baş dizanin ku navê Leylayê bûye berxwedan, bûye têkoşîn. Leyla Guven her tim li cem gelê xwe bû, êşa gelê Kurd ji bo wê yek bû, li çar aliyan deng vedida û banga yekîtiyê dikir. Erê Leylayê welatê xwe neterikand. Em dizanin di girtîgehê de jî bexwedana wê dê bidome û di têkoşînê de em ê her tim li cem wê bin. Zext û zordariyên li ser KCD’ê roj bi roj didomin. Û herî dawiyê jî Leyla Guven hat rehîngirtin. Lêpirsînên ku derheqê KCD’ê de vebûne, êdî bûne qerf û pêkenok.   EM NAÇIN TU DERÊ, EM LI VIR IN    Ji bo pirsgirêka Kurd roleke KCD ya dîrokî heye. KCD saziyeke rewa ye. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd roleke wê ya dîrokî heye. KCD ji avabûna xwe heta niha ji bo aramiya welêt, ji bo aştiyê xebatên xwe meşandin. Civînên xwe ji raya giştî re vekirî pêk dianîn. Ji roja ewil heta niha di xebatên KCD’ê de tu guhertin çênebûn lê belê ji ber neyartiya desthilatiyê ya li dijî gelê Kurd, ev pênc sal in zext û zordarî li ser KCD’ê kêm nebûn. Ev faşîzm dê xelas bibe, ev zext û zordariya li ser gelê Kurd dê xelas bibe, di her serdemê de dawiya dîktatoran hatiye. Hêviyên me xurt in û berxwedana me jî divê roj bi roj xurttir bibe. Bi biryar em dibejin ku li hember van êrişan, li hember tecrîdê em ê li ber xwe bidin û demokrasî, azadî, wekhevî, dad û aştiyê teqez bînin. Wek Leyla Guven got; em naçin tu derê, em li vir in û em ê siyaseta xwe ya demokratîk bidomînin.”    ‘ÊRIŞ BI FERMANA ÎQTÎDARÊ PÊK TÊN’    Gunay bi bîr xist ku li Stenbolê polîsan êrişî çalakiya şermezarkirina girtina Leyla Guven kiriye û got: “Polîsên Qesrê êrişî parlamenterê me Mûsa Pîroglû yê astengdar jî kirin û wî ji sendelyê de xistin xwarê. Wî li erdê kaşkirin. Ev polîs bi fermana îqtîdarê van êrişan pêk tînin. Em sedema êrişê baş dizanin. Çimkî ji têkoşîna gelê kurd û ya HDP’ê ditirsin.”    LÊGERÎNA TAZÎ   Gunay bal kişand ser mijar û ango nîqaşa lêgerîna tazî ya li Tirkiyê û got li Tirkiyê pir eşkere welatî di lêgerîna tazî de tên derbaskirin û sepanên dij mirovane li dijî welatiyan pêk tên.