Partiyên kurd hişyariya Efrînê kirin: Hesabê malê û sûkê li hev nayê 2018-01-18 10:56:21 AMED – Rêveberên partiyên siyasî yên kurd nerazîbûn nîşanî amadekariyên operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê dan û gotin ku gelê kurd wek li Kobanê dê di mijara Efrînê de jî partî û perçeyên xwe bikin yek û helwestek nasnametiya welatparêziyê nîşan bidin.  Tirkiye li ser daxwaz Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dixwaze li dijî Kantona Efrînê ya Federasyona Bakûrê Sûriyeyê destwerdanek muhtemel pêk bîne. Gef û gurên Tirkiyeyê û Erdogan yên li dijî Efrînê dewam dikin û ev gef û gur dibin sedemê bertekên mezin ên gelê kurd. Rêveberên partiyên siyasî yên kurd jî bertekên tund nîşanî operasyonek muhtemel a li dijî Efrînê dan.    ÇÎFTYUREK: MAFÊ KURDAN HEYE KU XWE BIPARÊZ IN   Serokê Giştî yê Partiya Azadîxwaz û Sosyalîzmê (OSP) Sînan Çîfyurek anî ziman ku destwerdana leşkerî ya li dijî Efrînê ku wek hinceta ‘Ewlehiya Tirkiyeyê di bin tehdîdê de ye’ pêşkêş dikin rastiyê nade xuyan û got: “Mafê gelê kurd heye ku li dijî her êrîşên dijminahî xwe biparêz e.”    Çîftyurek diyar kir ku endamên Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) ku di şerê Sûriyeyê de tengav bûne xwe spartine sînorên Tirkiyeyê û wiha got: “Tirkiye ji bo ku ji van cîhadiyan re qadê vebike, erdnîgariya kurdan dixe hedefa xwe.”    Çîfyurek da zanîn ku di hevkêşiya Idlib û Efrînê de hesabê li malê li yê sûkê nehat û wiha dewam kir: “Rûsya di berdela Helebê de destûr da ku Tirkiye bikeve El Bab û Cerablûsê. Niha jî bi heman rengî dixwazin destûra deswerdana li dijî Efrînê bigire. Lê heta îro ne rêxistinên Tirkiye destek didayê ji wir derxist. Ne jî Rûsya heta îro destûr da.”    ‘EFRÎN JI BO DYA Û CÎHANÊ TEST E’    Çîftyurek behsa hevdîtinên li Soçî û Astanayê jî kir û got: “Hewldana dagirkirina Rojava dest pê bike, dê ne Soçî bimîne û ne jî Astana bimîne. Ji ber vê yekê jî dê Rûsya helwestek çawa bigire mijara meraqê ye. Êrîşek muhtemel a li dijî Efrînê jî dê ji bo DYA’yê bibe test. Gelê kurd ên di şerê li dijî DAIŞ’ê de bûn xwedî tecrûbeyek cîhanî, niha jî mijara meraqê ye ku li dijî dagirkirina Efrînê çawa li berxwe bidin û encamek çawa derbixin holê. Dê carek din berxwedana kurdan ji bo raya giştî ya cîhanê bibe qada testê.”    Çîfyurek bang li hemû partî û perçeyên Kurdistanê kir ku bi nasnametiyek welatparêziyê bi rûhê berxwedana Kobanê li dijî êrîşên muhtemel ên Efrînê helwesta xwe bigirin û xwest ku li Tirkiyeyê jî ji derdorên ronakbîr û demokratîk li dijî her êrîşên neheq û bêhiqûq helwesta xwe bidin nîşandan û raya giştî jî di vê mijarê de hestiyar tevbigerin.    EKÎNCÎ: KURDÊN BAKUR ACIZ IN   Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîsta Kurdistan (PSK) Zekî Ekîncî jî destnîşan kir ku daxuyaniyên Erdogan ên li dijî Efrînê amadekariyên êrîşên li dijî siyaseta navxweyî ne û got: “Ev daxuyanî bi tu awayî nayên qebûlkirin. Kurdên Bakurê Kurdistanê bi awayek micid ji vê rewşê aciz in. Ez îhtîmal nadim ku Tirkiye êrîşî Efrînê bike. Rewşa qirîza siyasî û aborî ya Tirkiyeyê li ber çava ye. Li welatek bi OHAL’ê tê birêvebirin êdî demokrasî ji holê hatiye rakirin. Êrîşek muhtemel bi mantiqî dema mirov difikire jî tiştekî naxe destê Tirkiyeyê û dê tu destkeftiyan pêk neyne. Dê bikevin çiravê. Sitendina Efrînê ne hêsan e. Ne mimkun e ku kurdên li Efrînê dijîn ji nedîta ve bên dîtin.”    TURAN: HINCET NEFRET Û BÊTEHAMULIYA LI DIJÎ KURDAN E   Endamê MYK’a Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) Hanefî Turan jî anî ziman ku Tirkiye li her deverê li dijî bihostek destkeftiyên kurdan e û wiha axivî: “Tirkiye xwedî zîhniyetek wisa ye. Tehamula wan li hember destkeftiyek nîne. Nefreta li dijî Efrînê neyartî û bêtehamuliya li dijî kurdan dide nîşandan. Pirsgirêka bingehîn ew e ku naxwazin kurd li tu deverî bigîhîjin maf û hiqûqa xwe. Vê yekê ji xwe re wek pirsgirêka beka dibînin. Ji ber van sedeman tifaqa kurdan jiyanî ye. Divê kurd li her deverî li dijî destwerdanek muhtemel a li dijî Efrînê helwesta xwe bidin nîşandan û ji dagirkirina Efrînê re bibin asteng. Divê ku raya giştî ya cîhanê jî li dijî meseleya Efrînê bêdeng nemîne.”    MA / Lezgîn Akdenîz