Beştaş: DMME tomar kir ku îqtîdar fermanê dide darazê 2020-12-25 10:41:40 ENQERE – Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş biryara DMME’yê ya ji bo berdana Selahattîn Demîrtaş da nirxand û got: “Biryaraji bo Demîrtaş di hundirê xwe de lêpirsînên KCD’ê û Kobanê jî dihewîne. DMME tomar kir ku îqtîdar fermanê dide darazê.”  Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş a hiqûqnas biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê berdana Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş da ji ajansa me re nirxand.    ‘FERMANA KU ÎQTÎDAR DIDE DARAZÊ EŞKERE BÛ’    Beştaş anî ziman ku vê biryara DMME’yê ya li dijî Tirkiyê biryara herî bi bandor ango giran e dide û got: “DMME’yê berê jî derbarê Demîrtaş de biryar dabû. Tirkiyê ji xala 18’emîn mehkûm kir. Ev xal dibêje ku şopandin û lêpirsîn bi bûyerên siyasî tê kirin. DMME di vê biryara xwe de ji îqtîdarê wiha dibêje; ‘We darazê bi temamî kiriye bin kontrola siyasetê. Bi fermanên hûn didin û bi daxuyaniyên we daraz dikeve tevgerê. Hûn darazê ji bo xwe bikar tînin.’ Biryara DMME’yê kurteya jiyana siyasî ya Tirkiyê ye. Ev biryar rejîma totalîter, daraza bûye siyasî û pergala yek zilamtî tarîf kiriye. Biryar tenê ne rewşa Demîrtaş dinirxîne. Di şexsê Demîrtaş de tevahiya siyasetmedaran dinirxîne. Biryar doz û lêpirsînên nû vegotiye.    Biryar dibêje ‘girtin û binçavkirin neheqî ne.’ Yanî Dadgeha Ewropayê dibêje Demîrtaş tu sûcî nekiriye. Ew siyasetvanek e. Biryar dibêje lazime siyasetmedar û parlementer li cihek ku azadî lê hebe bixebitin û mafê wan ê axaftin û daxuyaniyan û rêxistinkirinê neyê astengkirin.   KCD PLATOFORMEK YASAYÎ YE    Derbarê Demîrtaş de îdiaya ‘xebatên KCD’ê birêve biriye û endamtiya rêxistina KCD’ê kiriye’ heye. DMME di vê mijarê de pir zelal biryar daye. Di biryara xwe de gotiye ‘Endamtiya KCD’ê û xebatên KCD’ê werin îlegalîzekirin û ne sûc e. KCD platformek yasayî ye.’ Dema em van hemûyan tînin kêleka hev a rast niha darizandin û lêpirsînên bi hezaran însan li dijî Peyaman Mafê Mirovan a Ewropayê û Dadageha Destûra Bingehîn a Tirkiyê ye.”   ‘DIVÊ LEYLA GUVEN SAETEK JÎ DI ZÎNDANÊ DE NEYÊ HIŞTIN’    Beştaş destnîşan kir ku biryara ji bo Demîrtaş hatiye dayîn ji bo Hevseroka KCD’ê Leyla Guven derbasdar e û got: “Leyla Guven bi zanebûn hat girtin. Rojek beriya biryarê hat girtin. Gotin ‘beriya biryara DMME’yê were em pêşî li vê biryarê bigirin.’ Pêwîste Leyla Guven saetek jî girtî neyê hiştin. Ez di şexsê Leyla Guven de ji bo hemû kesên ji KCD’ê di zîndanan de ye re dibêjim. Divê hemû werin berdan. 22 sal cezayê dan Leyla Guven bi biryara DMME’yê re qediya. Çimkî ji ber KCD’ê ceza lê birîn. Ji 4’ê Mijdara 2016’an ve bi hezaran car tişta ku DMME dibêje got. Lê vê carê DMME pir biryarek zelal û teqez gotiye.    MA / Dîren Yûrtsever