HDP: Ceza li aştiya gelan hat birîn 2018-01-18 14:02:07 ENQERE – Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, bal kişand ser 5 sal cezayê li wekîlên wan Behçet Yildirim û salek cezayê yê li Selma Irmak hat birîn û ev tişt got: “Ev ceza li aştî û biratiya gelan hat birîn.”    Wekîla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê û endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) Ayşe Acar Başaran, der barê cezayê ku li Wekîlê HDP'ê yê Semsûrê Behçet Yildirim û Wekîla HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak hatiye birîn û di vê der barê de daxuyaniyek nivîskî weşand.   Daxuyaniya bi sernavê "Ji darazê du cezayên sparîşî jî" hat weşandin de ev tişt got: "Desthilatdariya AKP-Qesrê bi destê darazê bi awayekî dij hiqûqî ceza li wekîlên me dibire.   Herî dawî bi biryara 1'ekemîn Dadgeha Cezayê Giran ê Semsûrê 5 sal ceza li Wekîlê Semsûrê Behçet Yildirim birîn.   Ji 5 sal cezayê hatiye birîn, 4 sal û 2 meh ji ber ku wekîlê me Behçet Yildirim di 21'ê Tîrmeha 2015'an de li şaredariya Komirê ya Semsûrê ji bo mirov jiyana xwe ji dest nedin, tev li şahiyekê bû, lê hat birîn. Behçet Yildirim bijîşk e, peywira wî ew e mirov nemirin û tenduristiya mirovan biparêze. Yildirim di dema vê şahiyê de ji bo pêşî li pevçûnê bigire, tişta ku pêwîst be bê kirin wekî bijîşk û wekîlekî kiriye, ji bo aştiyê canê xwe daniye holê.   5 sal cezayê li Yildirim û salek cezayê li Irmak hatiye birîn, li hêviyên aştiyê û biratiya gelan hatiye birîn."