Onlu ‘Muzeya Tuncelî’ bir rojeva Meclîsê 2020-12-29 13:35:31   DERSIM – Parlamenterê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu, leşkergeha leşkerî ya di sala 1938’an de komkujiya Dersimê lê hatiye birêvebirin û ku veguherandibûn muzeyê ji Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay pirsî.    Li Dersimê di salên 1935 û 1937’an de leşkgergeha ku hatibû avakirin û heta sala 1949’an de hat bikaranîn veguherandin “Muzeya Tuncelî.” Ev leşkergeh wek cihê birêvebirina Komkujiya Dersimêya sala 1938’an pêk hat tê zanîn. Parlamenterê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu veguherandina leşkergehê bir rojeva Meclîsê û ji Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay pirsî. Onlu diyar kir ku wê ev “Muze” ji qirkirinê re xizmet bike û di derbarê vê leşkergehê ku vegurandin “muzeyê” de ji Oktay pirs kirin û xwest pirsên wî werin bersivandin.