HDP: Em piştgiriyê didin xwendekarên Bogazîçiyê 2021-01-06 12:05:01   ENQERE - HDP'ê nerazîbûn nîşanî êrişa li ser xwendekarên Bogazîçiyê da û destnîşan kir ku ew bi xwendekar û akademîsyenên li dijî qeyûm li ber xwe didin re ne.    Hevberdevkê Komîsyona Çand, Huner, Spor û Polîtîkayên Perwerdeyê yê HDP'ê Ender Ondeş bi daxuyaniyekê ragihand ku ew bi xwendekar û akademîsyenên li dijî qeyûm li ber xwe didin re ne û piştevaniya wan dikin.   di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Tirkiyeya heyî êrişeke giran li ser avanî û sazîbûna zanîngehê tê kirin û got: "Zîhniyeta yekperest a li ser desthilatdariyê ye, demeke dirêj e hewl dide zanîngehan bike qadeke ku pê ve girêdayî ye."   Di daxuyaniyê de êrişa polîsan a li dijî xwendekaran û binçavkirina xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê hat bibîrxistin û wiha hat gotin: "Em bi xwendekar, hîndekar û xebatkarên Bogazîçiyê re ne ku li dijî vê kiriyara binpêkirina nirxên zanîngehê li ber xwe didin. Bi navê Partiya Demokratîk a Gelan em piştgiriyê didin vê têkoşînê û dixwazin ku xwendekarên hatine binçavkirin tavilê bên berdan."