Sancar: Em ê bi berxwedanê sala 2021’an bikin sala avakirina înşayê 2021-01-06 15:11:39   ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku rojeva girtina HDP’ê nîşaneya aciziya îqtîdarê ye û ji bo demokrasiyê bînin û rêveberiya zordar bisekinin ew ê di sala 2021’an de li ber xwe bidin û derbasî sala avakirinê înşayê bibin.    Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Snacar bi hevserokên rêxistinên HDP’ê yên bajaran re civînek online li dar xist. Di civînê de rojeva siyasî, rewşa rêxistinkirî û plansaziya dema bêş hatin nîqaşkirin.    Sancar bi mijara pandemiyê ango vîrûsa koronayê ku sala 2020’an dorpêç kiribû dest bi axaftina xwe kir û got pandemî tenê ne pirsgirêkek tenduristiyê ye di heman demê de pirsgirêka aborî, civakî û siyasî ye.    ‘NIKARIN HDP’Ê TÊK BIBIN’   Sancar diyar kir ku polîtîkaya zextên rûxandinek mezin li pey xwe aniye û got: “Xwestin partiya me û gelê kurd tasfiye bikin lê bi ser neketin. Lê ji bo tunekirina me plana tasfiyeyê xistine hişê xwe. Lewma her cûre zext û tundiyê li me dikin û êriş dikin ser me. Polîtîkayên wan zextan li berxwedanê qelibî. Mîmarê vê berxwedanê rêveberên me xwecihî ne. Gelê me jî bi rêveberên me re bûn. Nemaze gelê kurd heta dawiyê bi biryardarî li îradeya xwe xwedî derket û derdikeve jî. Tevî ewqas zextên giran ên li ser me jî dev ji lawakirina HDP’ê berdin nikaribûn gavek bi me bidin paş xistin. Em ji bo têkoşîna xwe ya bi rûmet û mafdar xwe li paş nahêlin.”    ‘EM Ê SALA 2021’AN BIKIN SALA AVAKIRINA ÎNŞAYÊ’    Sancar bal kişand ser polîtîkayên wan di Kongreya xwe ya 4’emîn de diyar kirine û wiha got: “Me serdemek nû daye destpêkirin. Em dirûşam kongreya xwe bi bîra xwe bînin; berxwedan û înşa bû. Berxwedan kevneşopiya me ya herî girîng e. Ev tevger, ev partî, ev gel bi berxwedanê hebûna xwe parastiye. Li dijî her cûre zextan teqez riyek berxwedanê dîtiye. Wateya vê berxwedanê ew e ku nasnameya xwe û rûmeta xwe parastiye. Di kêliya ku dev ji berxwedanê berde wê neçar be dev ji rûmeta xwe jî berde. Gelê kurd vê baş dizane. Gelên Tirkiyê viya baş dizane û em jî viya baş dizanin. Me ji têkoşîn û pratîka xwe ya berê deras herî mezin jê derxist ev e. Ji bo jiyanek bi rûmet berxwedan jêveneger e. Tenê bi berxwedanê jî nabe, Helbet armancek berxwedanê heye. Berxwedana hewldana ji bo avakirinek nû ye. Ji bo em li ser vê rêyê berdewam bikin lazime meriv hedefên nû deyne pêşiya xwe hedefan li gorî şertên nû li hev bîne. Me jî got ku ji bo em rêya demokrasiyê li Tirkiyê vekin û vê rêveberiya zordar bisekinînin û pirsgirêka kurd bi rêyên çareseriya demokratîk çareser bikin, em ê di sala 2021’an de li ber xwe bidin û derbasî sala avakirina înşayê bibin.”    ‘ME NÎŞAN DA KU ÎQTÎDAR DIKARE TÊK BIÇE’    Sancar destnîşan kir ku HDP bi hedefa xwe ya înşakirinê kiriye armanca xwe ku bibe hêza serdema nû û wan di hilbijartinên xwecihî de nîşan daye ku dikarin vê îqtîdarê têk bibin, dawî li polîtîkayên wan bînin û ew xwedî tecrûbeyên têkoşînek bi hêvî ne.    REJÎMA DARBEYÊ    Sancar destnîşan kir ku Tirkiye bi rejîma darbeya tê birêvebirin û ew dixwazin bi tasfiyekirina HDP’ê û bêdengkirina gelê kurd dîktatoriya xwe xurtir bikin û xwe li ser pêya bigirin.    ‘DIXWAZIN RAMANA AZAD TUNE BIKIN’    Sancar bal kişand ser xwepêşandanên xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê yên li dijî tayîknirina Melîh Bûlû yê AKP’yî û wiha got: “Rektorê AKP’yî yê hat tayînkirin rastiya qeyûman a Tirkiyê radixe ber çavan. Polîtîkaya qeyûman hatiye wê astê ku dixwazin zanîngehan bixin bin serweriya xwe. Dixwazin zanîngehan tasfiye bikin. Ji bo vê tasfiyeyê jî her rêbazî diceribînin. Dema me got ‘înşaya rejîma nû mijara gotinê’ me tam jî dixwest vê meseleya îro ku qeyûm tayînî her deverî dikin vebêjin. Tehamula wan li hember zanîngehan nemeya, çimkî tehamula wan li hember ramana azad û zanistê nîne.”      BANG LI MUXALEFETÊ KIR   Sancar destnîşan kir ku ev îqtîdar her berteka civakî terorîze dike û dixwazin tevahiya civakê dîl bigirin. Sancar got ew bang li partiyên muxalefetê ku bi zimanê îqtîdarê diaxivin jî dike û divê xwe di ber çavan de derbas bikin. Sancar diyar kir ku têkoşîna li dijî polîtîkayên vê îqtîdarê bi axaftina ziman û birêvebirina zîhniyeta wan nabe û divê muxalefet xwe bide hev.    ‘LI SER ME MANEWRA NEKIN’    Sancar destnîşan kir ku HDP xwedî wê hêzê û biryardariyê ku dikare li dijî her cûre êrişan sînga xwe bike mertal û ew dikarin bersiva her cûre êrişên ji kî tên bila bên bidin. Sancar anî ziman ku her kî dixwaze destekê bide îqtîdarê ne neçar nîne ku êrişî HDP’ê bike û divê dirûst tevbigerin û xwest bila kes li ser HDP’ê manewra neke.    ‘ÎQTÎDAR XELKÊ DIXAPÎNE’    Sancar bal kişand ser biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ya ji bo berdana Selahattîn Demîrtaş û got îqtîdar her çiqas bêje “ev biryar me eleqedar nake” jî lê rastiyê nabêje, xelkê dixapîne û ev biryar îqtîdarê ji nêz ve jî eleqedar dike.