Ûca: Gelo Komkujiya Parîsê ji aliyê MÎT’ê ve hatiye kirin? 2021-01-06 16:16:53   ENQERE - Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca bi minaseta salvegera 3 siyasetmedarên jin yên li Parîsê hatibûn qetilkirin pêşniyazpirs da Cîgirê Serokkomar û vê pirsê kir: "Gelo ji ber gotinên min, hat qebûlkirin ku Komkujiya Parîsê MÎT’ê pêk aniye?”    Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Batmanê Feleknas Ûca, derbarê her sê jinên siyasetmedar ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin, bi daxwaza bersivgirtinê pêşniyazpirs da Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay. Ûca, di pêşniyazpirsê de bi bîr xist ku di destpêka pêvajoya muzakereyên aştiyê de her sê jinên kurd bi sûîkastekê hatin qetilkirin û wiha got: “Meqamên edlî yên Fransayê, derbarê tetikkêş Omer Guney ê piştî komkujiyê hat girtin de, îdeayên Guney ên bi MÎT’ê re, beriya komkujiyê 3 caran hatiye Tirkiyeyê û çûye, li Enqereyê bi saziyên girêdayî MÎT’ê re di têkiliyê de ye, ji saziyên Tirkiyeyê pirs kirine lê tu bersiv negirtine.”   KOMKUJÎ NEHAT RONÎKIRIN   Ûca diyar kir ku asta têkiliya kûjer Omer Guney û MÎT’ê derketiye holê û wiha got: “Piştî lêkolîna li Fransayê, li Tirkiyeyê lêkolîneke hiqûqî dest pê kiriye. Lê ji ber ku li ser dosyaya lêkolînê biryara nepeniyê heye û demekî dirêj ser re derbas bûye jî bi raya giştî re tu agahî nehatine parvekirin. Ev yek jî derbarê aqûbeta lêkolînê de fikarên cidî afirandine. Herî dawî neşandina agahiyên ku Fransayê ji Wezaretên Dadê û Karên Derve re xwestin, mirina gumanbar a tetikkkêşê komkujiyê Omer Guney ê di girtîgehê de û nezanîna cihê gora wî bû sedemê girtina dozê û di tariyê de mayîne. Li gel 8 sal di ser qetilkirina her sê siyasetmedarên kurd de derbas bûye jî, komkujî hêj nehatiye ronîkirin.”   FEZLEKE HAT AMADEKIRIN   Di pêşniyazpirsê de hat diyarkirin ku ji ber beşdariya bîranîna salvegerê ya di 9’ê Çileya 2020’an de derbarê Ûca de fezleke hatiye amadekirin û wiha hat gotin: “Bi gotinên ‘Endamên rêxistina terorê ya dabeşker Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Fransayê hatine bê bandorkirin’ ev komkujî ji aliyê serdozgeriyê ve meşrû tê nîşandan û îtîrafa têkiliyên Omer Guney û MÎT’ê ne.”   Ûca, derbarê mijarê de ev pirs arasteyî Oktay kirin:    “* Têkiliyên Omer Guney ên bi MÎT’ê re di çi astê de ne? Gelo rast e ku Guney ji bo MÎT’ê dixebitî?   * Sedemê gora Guney ê ku di girtîgehê de bi awayekî gumanbar hat kuştin ji civakê veşartî ye çi ye?   *Derbarê pêvajoya lêkolîn û biryara veşartî ya dosyaya têkildarî sûîkasta Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de wê ji raya giştî re tu daxuyanî bên dayîn?   * Li gel 8 sal di ser komkujiyê de derbas bûne jî çima suikast nayê ronîkirin û berpirsyarên komkujiyê dernaxînin holê? Sedemê vê yekê çi ye? Agahiyên ku Fransayê ji Wezaretên Dadê û Karên Derve xwestin ji wan re hatine şandin? Heke nehatibin şandin sedemê vê yekê çi ye?   * Xebatkarên MÎT’ê yên ku navên wan di qeydên deng derbas dibin û kesên fermana komkujiyê dane tu lêpirsîn hatine destpêkirin? Heke hatibin destpêkirin di çi astê de ye? Ev kes hêj li ser peywîra xwe ne?   * Gotinên ‘hatin bê bandorkirin’ yên ku di fezlekeya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê min de amadekir kiriye derbas dibin, tê wê wateyê qebûlkirin ku MÎT’ê komkujî kiriye?   * Peşniyaz pirsên me yên derbarê vê mijarê de çima bê bersiv tên hiştin? Derbarê ronîkirina komkujiyê de xebateke hûn birêve dibin heye gelo?