Gunay: Îdîanameya Kobanê encex bibe qapaxê kovarên pêkenokan 2021-01-08 13:27:19 ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, bal kişand lêpirsîna kobanê û wiha axivî: “Îdîanameya di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de hatiye amadekirin, encex bibe qapaxê kovarên pêkenokan.” Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û rojevên heyî nirxandin. Gunay, nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe yê ku di 8’ê Çileya 1996’an de, di dema şopandina nûçeyê de hatibû binçavkirin û dûre hat qetilkirin bibîr anî û wiha axivî: “Berî 25 salan, Metîn Goktepe ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. Me Goktepe û şehîdên çepmeniyê ji bîr nekirine. Pêşerojeke azad avakirin jî berpirsiyartiye me ye. Qatilên Goktepe diyar bûn. Ji bo ku rastî dernkevin holê, ji aliyê desthilatdariyê û hêzên girêdayî wê ve hat qetilkirin. Em Goktepe carek din bibîr tînin.      KOMKUJIYA PARÎSÊ   Gunay, Komkujiya Parîsê jî bi bîr xist û wiha got: “Di 9’ê Çileya 2013’an de, li Parîsê siyasetmedarên jin ên kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylamez û FÎdan Dogan hatin qetilkirin. Bi ser qetilkirina wan re 8 sal derbas bûn. Ev komkujî, berî her tiştî, li dijî vîna çareseriyê û lêgerîna aştiyê ya gelê Kurd pêk hat. Ev komkujî, komkujiyek navneteweyî bû. 8 salin ev komkujî nayê ronî kirin. Lê em bersûcên vê komkujiyê baş nas dikin. Çi dibe bila bibe, em ê destûrê nedin ku ev komkujî di tarîtiyê de bimîne. Têkoşîna wan dê her tim pêşeroja me ronî bike, hêviyê bide me û rêya rast nîşanî me bide.”   DI SALA NÛ DE ÊRÎŞÎ CIVAKÊ KIRIN   Gunay, diyar kir ku desthilatdariyê di sersala nû de êrîşî civakê kir û wiha pê de çû: “Desthilatdariya AKP û MHP’ê, di sala nû ya 2021’an de, hewl dide bi jêderkên civakê xwe dewlemend bike. Ji ber vê her tişt biha kirin. Bi vê dixwazin alîgirên xwe dewlemend bikin û civakê jî xizantir bikin. Di heman demê de mûçeya herî kêm ji bo karkeran diyar kirin. Her roja diçe bi leztir ji berîka welatiyan didizin. Ji dîrokê heya roja me ya îro, tu desthilatdariyeke evqas bi lez û bez dizîtiya berîka welatiyên xwe nekiriye.”   ‘HIŞMENDIYA QEYÛM LI WELAT BELAV DIBE’   Gunay, da zanîn ku rejim krîzên nû ava dike û wiha bilêv kir: “Bi vê ber bi têkçûyînê ve diçe. Şer û pevçûnên li sala 2015’an ve li Tirkiyeyê rû didin li her derê belav bûye. Desthilatdariya bi konsepta şer nêzî pirsgirêka kurd dibe, bi tu awayî nikare serdestiya xwe ava bike. J iber vê yekê qeyûm tayîn dike. Herî dawî qeyûm tayînî zanîngehê jî kir. Rejîma qeyûm a ku ewil li bajarên kurdan xistin meriyetê, mîna rejîma tecrîdê dixwazin li hemû Tirkiyeyê belav bikin. Kelepçeya li deriye zanîngehê hat xistin, îro lê nehatiye xistin. Ew kelepçe, dema qeyûm tayînî şaredariyên kurdan hatinkirin, li deriyan xistin. Ew kelepçeya li vîna kurdan hat xistin, emê tu carî qebûl nekin û her tim red bikin. Ev 5 salin em behsa van pêkanînan dikin. Niha jî em rast derketin. Îro rejîma qeyûm li hemû welat belav dikiln. Tekane çareseriya vê yekê jî têkoşîna bi hevre û tifaqa demokratîke.”   ÎDÎANAMEYA KOBANÊ   Gunay biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya ji bo berdana Hevserokê dîlgirtî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bi bîr xist û bal kişand ser qebûlkirina îdîanameya "Lêpirsîna Kobanê" ku Demîrtaş, Yuksedag jî di nav de li dijî 108 siyasetmedarên Kurd hate amadekirin.   Gunay got, "Ev îdîaname nîşan dide ku dadgerî çawa ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve hatiye têkbirin. Îdîanameya di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de hatiye amadekirin, encex bibe qapaxê kovarên pêkenokan "   Gunay, diyar kir ku ev îdîaname bêçaretiya desthilatdariyê jî radixe pê çavan û got, "Heta ku yên vê bêhiqûqiyê dikin derkevin pêşberî mirovahiyê û hesabê sûcên xwe bidin, em ê têkoşîna xwe dewam bikin."   Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay destnîşan kir ku wê kevneşopiya berxwedanê ya partiya wan di sala 2021'ê de jî dewam bike û wiha bi dawî kir: “Her ku têkoşîna me bêeman dewam dike, berxwedana me bêrawestan dewam dike, desthilatdarî bêhtir tengav dibe û bêhti gefê dixwe. Lê belê ji bo gelên Tirkiyeyê di bin vê hilweşînê de nemînin em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Partiya me li pêşberî êrişan gavan paşve neavêje, berevajî hîn bêhtir derbê li tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê dixe.”