Li Wanê banga yekîtiya neteweyî: Divê siyaseta kurdî bi ruhê yekîtiyê rabe 2021-01-08 14:59:18 WAN – Li Wanê daxuyaniya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd hat dayîn. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk destnîşan kir ku pêwîste siyaseta kurdî li her deverê bi ruhê yekîtiya neteweyî rabe û li dijî êrişan ser gelê krud rabin. Ozturk da zanîn ku tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî şerm û rûreşiyek mezin e.   Li Wanê bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma "Niha dema yekîtiya neteweyî û pêkanîna azadiyê ye" daxuyaniya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd li dar xist. Tevî hemû astengî û mudaxileya polîsan jî daxuyanî li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Rêya Armûşê bi beşdariyek qelebalix hat dayîn. Rêveber û parlamenterên HDP’ê, rêveberên DBP, aktîvîstên TJA’yê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn.   Daxuyaniya bi kurdî Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk xwend û daxuyaniya bi tirkî jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz xwend.    Daxuyaniya ji aliyê Ozturk ve hat xwendin wiha ye:   “Bi destên netewdewletên herêmî ên serwer û hêzên emperyalist tevî Modernîteya Kapîtalîst, înkara hebûna gelê Kurd destpêkir. Gelê me yê ku li hember vê rabûn li her çar aliyê Kurdistanê bi destê heman ferasete bi qetlîamên dijmirov rûbirû man. Lê di gel vî qasî qetlîam, mişextkirin û dûrxistinan gel tu caran ne dest ji hebûn ne jî dest ji têkoşîna xwe berneda. Di demên herî zehmet de ji nû ve rabû ser piyan; li hember desthilatdar û dagirkeran  hebûna xwe, zimanê xwe, çanda xwe her parastin û hêj jî diparêzin.    DIVÊ EM BI BAWERÎ RABIN    Em îro di sedsala 21’emîn de ne. Hetanî doh hêzên ku plansaziya qetlîamên Kurdan bi hev re dikirin, niha jî hewl didin ku bi Kurdan re bibin hevalbend. Bêguman ev, encama berxwedana gelê Kurd a du sed salan e. Lê mixabin talûke ne ji bo Kurdan, ne jî gelên cîran ên ku bi sedsalan e em bi hev re dijîn, derbas nebûye. Ji ber vê yekê jî divê em têkoşîna xwe li gor rêgezên demokrasiya nûjen û li gor şert û mercên cîhana ku her diguhere saz bikin. Û dîsa divê em bibiryarbûn û baweriya xwe bi ronahiya berpirsiyariya bingehîn û bi peywira dîrokî nûvejen bikin û bimeşin.    DIVÊ KURD XERABIYA HEV NEXWAZIN   Li hember talûkeyên rojane, rêya parastin û zêdekirina destkeftiyên xwe, bi hêzkirina yekîtiyek e netewî û li hember hemû êrîşan bi parastinek e vîn î dê pêk bê. Bi van helwestan bi dengek î bilind divê bê zanîn ku, tu Kurd, divê ne di meseleyên siyasî ne jî di ên civakî de xwîna tu Kurdek î din nerijîne. Divê tu Kurd xerabiyê bi Kurdek î din re neke, divê tu hêzên Kurd ji bo berjewendiyên dewletên herêmî û serdest, êrîşî tu hêzên Kurd ên din neke. Ger em bixwazin serbikevin û mafdar bin, bi gelên din re biratiya gelan saz bikin û bi hêzên din re têkiliyên dîplomatîk deynin, berî her tiştî divê em di nav xwe de vê helwestê pêk bînin û bidin destpêkirin.    LAZIM E GELÊ KURD BI RUHÊ YEKÎTIYÊ RABE    Bendewariya gelê me jî ji siyaseta Kurdî ev e. Lewre, her hêzên Kurd, ên ku li hember hesreta yekîtiya gel û rihê yekîtiya netewî bin, armancên wan çi be bila bibe, hêza xwe ji ku bistînin bila bistînin dê her tim têk biçin. Em carek din li pêş çapemenî û raya giştî didin xûyan ku, peywir û berpirsiyariya ku gelê me danî ser milê me, em dê bi vê mebestê di rêya xwe de bimeşin û em hemû gelê Kurd û siyaseta Kurd vedixwînin ku bi van rêgezan tevbigerin.     AKP-MHP ÊRIŞÎ YEKÎTIYA ME DIKE    Îro hêza ku herî zede êrîşî yekîtiya me dike bloq a AKP û MHP ê ye. Ev bloq hemû pêkanînên xwe yên faşîzane pêşî li ser jiyan û qadên Kurdan diceribîne û dawî wan pêkanînên xwe li Tirkiyeyê û li tevahiya herêmê belav dike. Mînakên vê bloqê yên herî berbiçav pergala qayyûm û polîtîkayên şer in.      ÇÛYÎNA LI PEY VÊ BLOKÊ WÊ FELAKETÊ BÎNE    Sedema bêhiqûqî û rejîma OHAL ê ku ev demek e dirêj e bloq a AKP û MHP dimeşîne ji xwesteka  paşvegerîna salên 90’î ne. Êdî tê zanîn ku di mihweriya dijminatiya Kurdan de, bi tevlîhevî û bi felaketan welat bi rê ve dibin û bi vî awayî desthilatdariya xwe li ser piyan digirin. Divê êdî hemû gelê Tirkiyeyê vê lîstika xapînok bibînin. Ev bloq,  bi salan e bi serdegirtina malên Kurdan û bi deh hezaran avêtina wan ên zindanan, da xûya kirin ku şopînerê Evren e.    Em dê vê zilmê tu car nepejirînin û serê xwe netewînin. Divê hemû gelên Tirkiyeyê û yên cîhanê bibînin ku kesên dijminatiya Kurdan bikin dê têk biçin. Li dû vê bloqa ku dijminê Kurdan e çûyîn, divê bê zanîn ku wê bixwe re felaket û tevlîheviyê bîne. Bangewaziya me ji gelê me û hemû gelên Tirkiyeyê re ev e ku, bloqa AKP û MHP ê êdî hatiye dawiya emrê xwe. Divê ev bê dîtin û li gor vê tercîh bên kirin.     TECRÎDA LI ÎRMALIYÊ RÛREŞIYEK MEZIN E   Yek ji bêhiqûqiya herî mezin ya bloqa faşîst ya  AKP û MHP ê jî tecrîda li Girava Îmraliyê ye. Li tu derê cîhanê bêhiqûqiyek wisa bi keyfî tuneye. Pergala Îmraliyê bûye pergaleke wisa ya îşkenceyê ku tu mafekî mirovî lê nayê nasîn.    Tecrîda Girava Îmraliyê ji bo Tirkiyeyê şerm û rûreşiyekî mezin e. Ne mimkûn e ku ev pergal bê qebûl kirin. Bi çalakiya greva birçîbûnê ya ku di pêşengiya hevseroka DTK ê Leyla Gûven a ku demek e berî niha hate girtin tecrîd hatibû bi dawî kirin. Ev yek ji aliyê Wezirê Edaletê bi xwe jî hatibû ragihandin. Lê belê ji ber ku îro dîsa tecrîd didome çalakiya greva birçîbûnê dîsa destpêkiriye.   Em ji niha ve li vir diyar dikin! Ger di zindanan de bûyerekî neyînî biqewime, bila bê zanîn ku kiryarên vê rewşê bloqa faşîst ya AKP û MHP ê bixwe ye. Ji xwe ev labaratûara îşkenceyê ya Îmraliyê di van şert û mercên pandemiyê de li hemû zindanan wekî pêkanînên dijmirovahî, binpêkirina mafên mirovan berz û bilind dibe. Di van rojên pandemiyê de çalakiya grêva birçîbûnê him me,malbatên me, him jî gelê me dixe nav fikaran. Em bang li rayedaran dikin ku demek berî demekê bila dest ji pêkanînên xwe yên keyfî û bêhiqûqî berdin û dawî li tecrîdê bînin. Kengî tecrîd hatibe rakirin li Tirkiyeyê rewş aram bûye. Tu kes nikare vê yekê înkar bike. Ev yek gelek caran hatiye tecrûbe kirin. Divê Tirkiye êdî bizane ku bi tecrîdê nikare biçe serî û ji ber vê yekê jî statûya taybet a ku li Girava Îmraliyê li ser birêz Abdullah Ocalan û hevalên wî dimeşîne divê bi dawî bike.     BIRYARA DMME’YÊ YA JI BO DEMÎRTAŞ    Weke ku tê zanîn DMME’yê di derheqê birêz Demîrtaş ê ku bi salane awayekî bêhiqûqî wekî rehîneyekî siyasî tê girtin, biryara demildest berdanê da. Di vê biryarê de tişta herî girîng derkete holê ew bû ku operasyonên qirkirinê yên li ser siyaseta demokratik û bi taybetî jî li ser DTK ê û saziyên demokratîk dihatin meşandin û hê jî dom dikin, mûdaxeleyên li dij hiqûqê ne. AIHM bi vê biryara xwe bang li dewletê kiriye ku teqez dest ji van mûdaxeleyên xwe yên li ser siyaseta demokratîk berde.    Em jî dixwazin ji vir bang bikin. Di serî de birêz Demîrtaş û hemû dîlgirtiyên ku rehîn têne girtin derhal berdin , dev ji pêkanînên xwe yên nehiqûqî ku li ser saziyên me dimeşînin berdin û biryara AIHM ê bi cih bînin. Bes di bingeha siyaseta demokratîk de bi Kurdan re rekabetê bikin.  Hemû rêbazên derveyî vê, ji bo me ne rewa ne. Di vê çarçoveyê de em hemû sazî û dezgehên demokratîk ji bo ku ev biryar bi cih bê vedixwînin hestiyariyê. Em jî hetanî ku heval û saziyên me azad bibin, dê bi biryarî li kolanan têkoşîna xwe bidomînin. Em Ji gelê xwe jî dixwazin ku ji bo girtiyên siyasî azad bibin, dengê xwe tevlî dengê me bikin.    Ji bo gelê Kurd yekîtiya netewî çiqas tiştekî stratejik be, avakirina pergaleke adil û wekhev li ser esasen demokrasî û aşîtiyê jî ewqas stratejîk e. Ji ber taybetmendiya pirsgirêkan û wan ve girêdayî rêbazên têkoşînê me mecbur dihêle ku em bi hev re tevbigerin. Ya rast jî ev e. Ji ber vê yekê hemû cihên ku Kurd û hêzên demokrasiyê rastî êrîş û mêtîngeriyê tên ji bo me qadên têkoşînê ên ku rih û biryara xwe em bikin yek in. Bila çi gumana gelê me û dostên me ji vê yekê nebe. Bi vê ve girêdayî;   EM Ê MIL BIDIN MILÊ HEV    Em bi biryar in ku ji aliyekî ve bi rihê yekîtiya neteweyî li hember mêtîngeriya li ser Kurdan mil bidin milê hev, ji aliyê din ve jî bi gelê xwe ve li gel gelên din, li hember rejîmên otorîter ji bo avakirina pergaleke demokratîk têkoşîneke bênavber bidin.    Em, ji bo gelê me yekîtiya xwe ya netewî pêk bîne, mafên xwe yên polîtîk, çandî û aborî di makezagonê de misoger bike, ji bo avakirina pergaleke demokratîk a ku hemû hemwelatî wekhev û azad bijîn dê têbikoşin û li ser pîvanên hiqûqa gerdûnî têkoşîna xwe ya aştiyane û demokratîk bi biryar bidomînin.     Ji bo serkeftina vê yekê, baweriya me, biryardariya me û hêza me têrê heye. Tu zext, tu qirkirin ji daxwaziya me ya azadiyê û girêdana me ya civaka demokratîk ve û ji baweriya me, mezintir nîne. Faşizma ku li ser me tê meşandin, diyar dike ku em çiqas mafdar in. Em soz didin hemû dost û gelê xwe ku ,emê vê mafdariya xwe bi biryardariya xwe ya têkoşînê ve bikin yek.    Bijî Yekîtiya netewî ya gelê Kurd! Bijî têkoşîna me ya siyaseta demokratik! Dê gelê Kurd bi serkeve! Dê Demokrasî û aşitî bi serkeve! Em ê tev bi hev re bi serkevin!”