Pîroglû: Serketin bi azadiya Ocalan pêkan e 2021-01-09 09:07:34 STENBOL – Parlementerê HDP'ê Mûsa Pîroglû, diyar kir ku serketina têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyeyê, bi çareserkirina pirsgirêka kurd pêkan e û got: "Ev jî bi azadiya Ocalan pêkan e."  Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Mûsa Pîroglû, armanca tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bandora tecrîdê ya li ser gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn nirxand.    ‘BANDORA TECRÎDÊ: LI ROJHILATÊ MIRIN, LI ROJAVAYÊ ZEXT Û ZORÎ'    Pîroglû, destnîşan kir ku ji bo polîtîkaya tecrîdê bê fêmkirin, divê mirov bandora pirsgirêka kurd a li ser Tirkiye û Rojhilata Navnê bibîne. Pîroglû, anî ziman ku di wextê ku tecrîd bi awayekî qismî hatiye rakirin de derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de hin gav hatine avêtin û li Tirkiyeyê di warê maf û azadiyan de hin pêşketin rû dane.    Pîroglû, destnîşan kir ku lê belê piştî ku dewletê cardin dest bi siyaseta şer kiriye, tecrîda li Îmraliyê jî giran bûye û tecrîd careke din Tirkiyeyê bi krîzeke mezin re rû bi rû hiştiye. Pîroglû, anî ziman ku tecrîd li bajarên kurdan mirinê, li bajarên rojavayê jî zext û zoriyê dide der. Pîroglû got: "Piştî ku dewletê cardin berê xwe da konsepta şer, fatûreya pereyê ji bo şer tê xerckirin li kedkar û karkeran hatiye birîn. Her cara ku piraniya budçeyê ji bo şer tê veqetandin, kedkar hîn bêtir xizan dibin."    ‘TECRÎD, POLÎTÎKAYA HÊZÊN EMPERYALÎST E'    Pîroglû, bal kişand ser hêla navdewletî ya tecrîda li Îmraliyê jî û got: "Li welatên wekî Tirkiyeyê ku emperyalîzmê di xwe de mehandine, her gava derbarê pirgsirêka kurd de bê avaêtin, dê bandorê li polîtîkayên herêmî yên hêzên emperyalîst bike. Di êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, rola hêzên emperyalîst bi awayekî aşkere tê dîtin. Dewleta tirk bi polîtîkayên xwe yên li dijî pirsgirêka kurd, tevî hêzên emperyalîst tevdigere û bi piştgiriya wan li dijî gelê kurd şer dike. Ev jî nîşan dide ku tecrîd jî tenê ne polîtîkayeke Tirkiyeyê, polîtîkayeke hêzên emperyalîst e jî."    Pîroglû, bal kişand ser qedexeyên ji bo hevdîtinê yên bi Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê jî. Pîroglû, anî ziman ku bi van qedexeyên dawî re peyamek dane gelê kurd û got: "Dewamkirina polîtîkayên şer, dibe sedem ku bloka îqtidarê ya AKP-MHP'ê ligel hev tevbigerin. Bloka îqtidarê ji bo hem rageşiya di nava xwe de hem jî rageşiya di navbera xwe û hêzên netewperest ên din konsulude bike, êrîşê dibe ser nûnerên gelê kurd û bi vî awayî hem dixwaze hebûna xwe biparêze hem jî muxalefetê di bin zext û zoriyan de bihêle. Binçavkirin û girtinên dawî perçeyek van qedexeyên derbarê Îmraliyê de ne."    KÊMANIYA SEREKE YA KAMPANYAYÊ'    Pîroglû, bal kişand ser kampanya ku li Ewropa û Tirkiyeyê li dijî tecrîda li ser Ocalan û ji bo azadiya Ocalan hat destpêkirin jî. Pîroglû, destnîşan kir ku kampanya bi kurdan û dostên wan sînordarkirî maye. Pîroglû, diyar kir ku sedema vê jî ew e ku hêzên demokrasiyê kampanya tam fêm nekirine û got: "Yanî ji ber ku hêzên demokrasiyê asta polîtîkaya tecrîdê baş fam nakin, mixabin kampanyayên ji bo dawîkirina pergala Îmraliyê tên destpêkirin qels dimînin."    DIVÊ ARMANC AZADIYA OCALAN BE    Pîroglû, rexne kir ku polîtîkaya tecrîdê baş nayê xwendin û got: "Mixabin em bi bêtalihiyeke werê re rû bi rû ne. Ji bo azadiya Nelson Mandela li seranserê cîhanê hin kampanya hatibûn lidarxistin. Heman tişt ji bo Filîstînê jî gelek caran hat kirin. Lê gava mesele dibe Ocalan û kurd, mesafeyee cidî rû dide. Serketina têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyeyê, bi awayekî demokratîk bi çareserkirina pirsgirêka kurd pêkan e. Bi azadiya Ocalan pêkan e. Li dijî tecrîdê tenê siyaset qîm nake. Têkoşîn rasterast divê li ser asasê azadiya Ocalan be. Kêmasiya me jî, ew e ku em nikarin çîna kedkaran a Tirkiyeyê daxilî nav têkoşîna li dijî tecrîdê bikin."    ÇARESERÎ TÊKOŞÎNEKE YEKBÛYÎ YE    Parlementerê HDP'î Pîroglû, ji bo grevên birçîbûnê yên li girtîgehan li dijî tecrîda li ser Ocalan destpêkirina jî bilêv kir ku mixabin grevên birçîbûnê piştî wextekê li nav raya giştî belav dibin. Pîroglû ku got "Gava polîtîkaya tecrîdê û neçareserkirina pirsgirêka kurd û pirsgirêkên karker û xizanan bi yek bin dê watedar bibe" anî ziman ku ji bo ku berê eniya kedê têkeve hêla grevên birçîbûnê û daxwazên girtiyan, divê hsasiyetek bê afirandin.    Pîroglû got: "Ev jî tê wateya ku hêzên ked û demokrasiyê siyaseteke hîn çalaktir bikin. Madem em tespîta 'têkoşîan demokrasiyê û tecrîd ketine nav hev' dikin, nexwe ji bo vê jî divê em li dor têkoşîneke yekbûyî tevbigerin."    MA / Erdogan Alayûmat