'Bi ruhê serhildana Kobanê em ê ji bo Efrînê dakevin kolanan' 2018-01-19 12:34:35 STENBOL - Nûnerên partiyên siyasî, bertek nîşanî operasyona li dijî Efrînê dan û diyar kirin dê bi ruhê  serhildana Kobanê bersiv bidin êrîşên li ser Efrînê û bertekên xwe nîşan bidin.  Bertekên li dijî gotinên Serokê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan û endamên hikûmetê yê dê bi operasyonek leşkarî êrîşî Kantona Efrînê ya federasyona Bakurê Sûriyeyê bikin, didomin.  Rêveberên Partiya Şoreşger, Pariya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Partiya Avakirina Sosyalîst (SUKP), diyar kirin ku di operasyonek muhtemel de jî bertekên  xwe nîşan dibin.    ECER: EMÊ DI NAVA  PIŞTEVANIYÊ DE BIN   Serokê Partiya Şoreşgeran a Stenbolê Alî Emre Ecer, diyar kir ku polîtîkayên operasyonê yên li ser Efrînê, mîna “polîtîkayen dagirkirinê ne” û wiha axivî: “Rayedarên AKP’ê di salên bûrî de digotin ‘emê li Mizgefta Emewî ya Şamê nimêj bikin.’ Ev çawan bi husran bi encam bû, dê plana dagirkeriyê ya operasyona Efrînê de jî wisan bi encam bibe.       ‘BERPIRSIYARTIYÊN ME HENE’   Ecer, anî ziman ku di operasyonek muhtemel de jî, dê gelên Tirkiyeyê li dijî vê polîtîkaya şer bêdeng nemînin û wiha bi dawî kir: “Piştevaniya  bi gelê kurd re dê îro jî bidome. Êdî desthilatdarî pir tengav bûye. Her roja derbas dibe desthilatdariya heyî vediguhere krîzê.  Em bang li hemû hêzên demokratîk dikin ku li dijî polîtîkayên dagirkeriya Efrînê têbikoşin û serî hildin.”   TURK: MINA PÊVAJOYA KOBANÊ EM Ê DAKEVIN QADAN   Seroka ESP’ê ya Stenbolê Pinar Turk jî, diyar kir ku hikûmeta Tirkiyeyê êdî di polîtîkayên xwe yên Sûriye de têk çûye û wiha axivî: “Êdî AKP ketiye nava fikarên mezin. Hebûna gelê kurd, baweriyê dide hemû gelên bindest ê li ser vê axê.  Em dikarin bêjin êrîşên dîktator ên faşîzane asteng dikin. Li Rojhilata Navîn êdî AKP pir tengav bûye. Ji ber ku bîrdoziya xwe li vê derê xwedî dike. Ji ber vê yekê AKP dixwaze bi polîtîkayên şer krîza li ser vê erdnîgariyê derbas bike. Hemû destkeftiyên li Tirkiyeyê, ji pirsgirêka tevgera neteweyî ya kurd ne cûdatirin û bi hev ve girêdayîne. Çawan ku  di serhildanên Kobanê de hemû girse daketin kolanan, di ji bo Efrînê jî rewşeke heman derbikeve holê.”    KESÎM: DÊ HEMÛ DERDOR BERTEKÊ NÎŞAN BIDIN    Endamê Lîjneya Rêveberiya SYKP’ê ya Stenbolê Mehmet Kesîn jî, da zanîn ku êrîşeke herî biçûk a li ser Efrînê, dê bandoreke mezin li Tirkiyeyê bike û wiha got: “Gelê kurd û hêzên demokratîk ên li Tirkiriyeyê divê bertekên mezin nîşan bidin. Çawan ku ji bo Kobanê serî hildan, divê ji bo Efrînê jî bertekên hîn mezintir nîşan bidin.”