'Bi ruhê Kobanê li Efrînê xwedî derkevin' 2018-01-19 13:42:21 NAVENDA NÛÇEYAN - Bertek û nerazibûnên li dijî operasyona ku Tirkiyeya dixwaze li dijî Efrînê pêk bîne zêde dibe. Partiyên Herêma Federal a Kurdistanê jî bertekên hişk nîşanî operasyonê da. Tevgera Goran, Komela Îslamî, Tevgera Azadî û Eniya Demokrasiya Gel li dijî gefên Tirkiyê banga xwedîderketina Efrînê li tevahiya kurdîstaniyan kirin û gotin “Bi ruhê Kobanê em ê li Efrînê xwedî derkevin.” Bertek û nerazîbûnên li dijî gefên Tirkiyêye li Efrînê dixwe zêde dibin. Partiyên muxalafeta hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê Tevgera Goran û Komela Îslamî, Tevgera Azadî û Eniya gel li dij gefên Tirkiye ya bi ser Efrînê daxuyaniyên nivîskî belavkirin.   ‘PÊWISTE NETEWEYÊN YEKBÛYÎ BÊDENG NEBIN'   Tevgera Goran û Komala, daxuyanî da û wiha got: "Pêwîste dewleta Tirk rêz bide gelên Sûriye û daxwazên wan yên siyasî. Em daxwazê ji Neteweyên Yekbûyî ( NY) û Rêxistinên Mafê Mirovan û Koalîsyona dijî DAIŞ’ê dikin ku ji bo rawestandina gefên li ser Efrînê bikevin tevgerê.” Goran û Komela Îslamî, bang li Parlementoya Herêma Kurdistanê jî kir ku helwestek li dijî van êrîş û gefan bide nîşandan.   TEVGERA AZADÎ: JI BO EFRÎNÊ DAKEVIN QADAN    Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê jî êrîşên bi ser Efrîne şermezar kir û bangawazî li tevahî gelê Kurd kir ku ji bo artêşa Tirk ji axa Efrîn û Başûrê Kurdistanê derbixin dakevin qadan. Desteya Rêveber a Tevgera Azadî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de gotin: “Em êrîşên Tirk ya li ser Efrîn şermezar û riswa dikin.Piştî serkeftinên gelê Rojavayê û gelên Sûriye, bi taybet jî piştî rizgarkirina Minbic, Reqa û herêmên din êdî tehemûla dewleta Tirk li beramber van serkeftinane nema û niha jî ji bo têkbirin û vala derxistina wan hemû serkeftinanane dest bi êrîş û gef li ser kantona Efrînê kiriye.”   ‘BI RUHÊ AZADKIRINA KOBANÊ DAKEVIN KOLANAN'    Desteya Tevgera Azadî bangawazî li tevahî gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê kir û got: “Bi rihê azad kirin û serxistina Kobanê, dakevin qadan, ji bo parastin û serxistina Efrîn û derxistina dewleta Tirk ji tevahî Başûrê Kurdistanê têkoşîna xwe bikin yek.   ENIYA DEMOKRASIYA GEL: EM LI PIŞT EFRÎNÊ NE   Eniya Demokrasiya Gel jî helwesta xwe nîşan da û got: "Êrîşa bi ser Efrînê, êrîşa ji bo ser destkeftiyên gelê û demokrasiyê.   Divê em hemû bi hev re xwedî li van destkeftiyan derkevin û dewleta Tirk neçar bikin çareseriya pirsgirêka gelê Kurd bi rêya aştiyane qebûl bike.”