KCD: Li dijî şer û siyaseta rûxandinê, em li gel Efrînê bin 2018-01-19 14:58:55 AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), êrîşên li dijî Efrînê şermezar kir û bang li AKP'ê kir ku dest ji dijminahiya kurdan berde.  KCD'ê der barê êrîş, gef û operasyona li dijî Efrînê de daxuyanî da. KCD'ê diyar kir ku hikumet û dewleta AKP'ê, ji bo êrîşê Efrînê bike, di nava dagirkerî û amadekariya êrîşan de ye û di vê der barê de ev daxuyanî da:   ‘DESTKEFTIYÊN ME HEDEF DIGIRIN’   "Hewldanên dagirkerî û mudaxaleya leşkerî ya li dijî Efrînê, hem ji aliyê Kurdistanê û hem jî ji hêla Tirkiyeyê ve dê çi encamê bi xwe re bîne diyar e. Di bingeha van êrîş û dagirkeriyê de dixwazin destkeftiyên gelê kurd kurd û Rojava ji holê rakin. Bi giştî jî destkeftiyên çar parçeyên Kurdistanê dikin armanc.   ‘DIJMINAHIYA LI DIJÎ KURDAN KÛR BÛYE’    Şoreşa Rojava, ji bo Federasyona Sûriyeya Demokratîk modelek e û ewlehî ye, dê ev ji bo parçeyên Kurdistanê û ji bo çareseriya pirsgirêkên demokratîk û neteweyî dê bibe model. Ev jî sedema êrîşan e. Dewleta Tirkiyeyê û sazî û partiyên siyasî yên nijadperest, ji ber nasnameya xwe ya înkar û nijadperest, sed sal e dijminahiya kurdan dikin. Kurd di pêvajoya ku ji nûve Rojhilata Navîn sererast dikin de, bi çav sorî êrîşê kurdan dikin.   ‘TIRKIYEYÊ BER BI TARIYÊ VE DIBIN’    Bi ajîtasyon û propagandayên derewîn dixwazin axa welatekî dagir bikin û vê yekê jî bi çavsorî dikin. Faşîzma AKP'ê, Tikriyeyê ber bi tarîtiyê ve dibe û amadekariya vê dike. Faşîzma AKP, bi vê polîtîkayê li dijî gelê kurd şer bi pêş dixe. Dixwaze hemû astengiyên li dijî dîktatoriya xwe yek bi yek ji holê rake. Ji ber wê tişta ku armanc dikin ne ji holê rakirina kurdan e, di heman demê de hemû destkeftiyên li çar parçeyên Kurdistanê ye.   ‘BI RUHÊ KOBANÊ BERXWEDAN DIVÊ’    Divê bê zanîn ku di vî şerê qirêj ê li dijî kurdan de ne tenê ne tenê destkeftiyên kurdan, di serî de dixwazin hemû hevgirtiyen li Tirkiye, Sûriye û Rojhilata Navîn heye.   'Mutabaqata neteweyî' ya nijadperest ku di navbera AKP û MHP'ê de ava bûye, dixwazin dagirkeriya di hişê xwe de her dem ava kirine, li her derê belav bikin. Lê divê bê zanîn ku berxwedana gelan ya li Rojhilata Navîn û Kurdistanê destûrê nade vê hişmendiya dagirker. Dê bi ruhê Kobanê pêşî li vê dagirkeriyê bê girin.   TEKAN ROJEV EFRÎN E   Lê divê bê zanîn ku di serî de Efîn, hemû Rojava û destkeftiyên çar parçeyên Kurdistan di bin gefan de ye. Divê gelê me li dijî van gefan di serî de xwedî li Efrînê, li çar parçeyên Kurdistanê derkeve.   Di serî de gelê me yê bakurê Kurdistanê yê bi vê bîr û baweriyê tev digere, partiyên me yên siyasî, saziyên civaka sivîl, rêxistinên girseyî yên demokratîk, saziyên bawerî û rûspiyên civakê, divê bi lez bikevin tevgerê û tekane rojev Efrîn e. Divê li dijî hewldana êrîşekê xwedî helwest bin. Efrîn pêşeroja hemdemî ye. Bi Sûriyeyê re, remza demokrasî, ronahî û azadiya Rojhilata Navîn e. Dê li ser vê bingehê hemû nasname, bawerî, çand û biratî bê avakirin.   Divê hêzên demokrasî û civaka navneteweyî, xwedî li vê avabûna demokratîk û hemdemî derkevin û ji komujiyê re bêdeng nemînin.