HDP dê kongreya xwe bike şahiya demokrasiyê 2018-01-20 09:24:14 ENQERE - HDP, di serdema Rewşa Awarte de tevî hemû zext û zoriyan jî amadekariyên Kongreya Asayî ya 3'yemîn dike. Tê payîn ku herî kêm 30 hezar kes tev li kongreyê bibin. HDP dixwaze kongreyê bike veguherîne şahiya demokrasiyê  Wê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 11'ê Sibatê de Kongreya Asayî ya 3'yemîn li dar bixe. Wê kongre li Eywana Sporê ya Areneyê bê lidarxistin û niha bênavber amadekariyên kongreyê didomin. Her wiha amadekarî her roj tên nirxandin û wê vê hefteyê li Navenda Giştî ya HDP'ê hem Meclîsa Jinan hem jî Meclîsa Partiyê bicivin û geşedanên dawî binirxînin. Di civîn û hevdîtinên heta niha hatine kirin de, kongre tenê ne ji bo siyaseta ku dê ji niha û pê ve HDP bimeşîne, ji bo pêşeroja Tirkiyeyê jî girîng e û li ser rêxistinbûyîna vê yekê hat sekinandin. Wê di kongreyê de ev mijar derkevin pêş. Wê peyama herî girîng a Kongreyê, beşdarbûyîna girseyî be. Tê payîn ku wê di vê kongreyê de jî girseya HDP'ê ya ku di her şert û mercan de xwedî li partiya xwe derketiye derkeve û li dor bibe xelek. Wê kongre bi girseyeke herî kêm 30 hezariyî pêk bê û wê bi vî awayî bibe bersiva hemû êrîş û çewisandinên li ser civakê. Her wiha kongre di serdemeke ku êrîş û mudaxileya li hemberî Efrînê tê nîqaşkirin de dê bê lidarxistin û di vî warî de jî peyamên ku dê di kongreyê de bên dayîn jî girîng in.    JI ROJAVAYÊ TIRKIYEYÊ BEŞDARBÛYÎNEKE GIRSEYΠ   Di warê tevlîbûna kongreyê de ji bo her bajarî kontejan hatin diyarkirin û ji her bajarî hat xwestin ku tev li kongreyê bibin. Li gor vê yekê, tê payîn ku wê herî zêde gel ji rojavayê Tirkiyeyê beşdarî kongreyê bibe. Tenê li Enqere û Stenbolê tê payîn ku dê zêdeyî 10 hezar kes tev li kongreyê bibin. Ji bo beşdarbûyînê hema bêje wê hemû mesref ji aliyê navenda giştî ve bên dayîn.    WÊ AFÎŞ BÊN DALIQANDIN    Nîqaşên têkildarî dirûşmeya kongereyê û xemilandina eywana kongreyê jî didomin. Heta niha nêzî milyonek belavokên destan ji teşkîlatên bajar û navçeyan re hatine şandin û her wiha wê ji bo bajarên ku yên hatine şandin têr nekiribin wê îlanên nû bên şandin. Her wiha wê rêxistinên bajaran jî afîşan daliqînin û bi vî awayî hayê gel bi kongreyê bixin. Wisa tê payîn ku wê milyon û nîv TL li kongreyê biçe.    ONEN: HÊZA ME HEYE KU EM MUDAXILEYÎ VÊ PÊVAJYA NEYÎNÎ BIKIN    Serokê Komîsyona Amadekariyê endamê MYK'ê Omer Onen têkildarî amadekariyên kongreyê agahî dan û got wê Kongreya Asayî ya 3'yemîn li gor ruhê serdemê pêk bê û wê bibe bersiva hemû êrîşan. Onen diyar kir ku ji ber vê ew zêde dixebitin û wiha got: "Wê kongreya me veguhere şahîneteke demokrasiyê. Wê bibe bersiva evqas êrîş, girtin û binçavkirin û çewisandinan. Em li bendê ne ku gelê me xwedî li kongreya me derkeve. Em baş dizanin di demên herî zor û zehmet de gelê me mudaxileyî pêvajoyê kiriye û rêgeheke rast li siyasetê zêde kiriye. Ceribînin bi vî awayî zêde hene. Wê gelê me û siyaseta me niha jî mudaxileyî kirinên niha bike û wê birêveçûna heyî berevajî bike. Wê kongreya me jî bibe zemîna îlankirina vê yekê."