HDP ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ didomîne 2021-01-22 15:43:30   AMED - Şandeya HDP’ê ku ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ didomîne, bi karkerên çandiniyê , gundî û rêxistinên pîşeyî re hat gel hev û pirsgirêkên wan guhdar kir.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku bi civîneke çapemeniyê li avahiya xwe ya Amedê starta ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ da, hevdîtinên xwe yên bi rêxistinên sivîl û gel re didomîne. Şandeya ku Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Garo Paylan ku ji Komîsyona Aboriyê berpirsyar, Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP’ê Şaziye Kose ku ji Komîsyona Kedê berpirsyar Şaziye Kose, Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Nacî Sonmez ku ji Komîsyona Ekolojiyê berpirsyar û Parlementerên HDP’ê Erol Katircioglû, Necdet Îpekyuz û Semra Guzel di nav de Gundê Yuwacix ê navçeya Çinarê ziyaret kirin. Şandeyê bi gundî û karkerên çandiniyê re hat gel hev.   Nacî Sonmez û Necdet Îpekyuz derbarê armanca seredana xwe û kampanyaya ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ de agahî dan gundiyan.   Pişt re gundî û karker axivîn û pirsgirêkên ku dijîn anîn ziman.   Piştî ku şandeyê pirsgirêkên gundiyan guhdar kirin soza têkoşînê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan dan û ji gund veqetiyan.   Şandeyê dûre Yekitiya Odeyên Seneatkar û Esnafan a Amedê (DESOB) ziyaret kir. Şande têkildarî rewşa esnafên bajêr bi Serokê DESOB’ê Alîcan Ebedînoglû re hevdîtin kir û derbarê armanca seredana xwe de agahî dan. Ebedînoglû jî diyar kir ku esnafên li bajêr li dijî qeyrana heyî mexdûr in û destnîşan kir ku bi pandemiyê re nêzî hezar esnafan kepenkên xwe girtin. Ebedînoglû, da zanîn ku tu razemenî li heremê nîne û anî ziman ku Amed di rojên zor de derbas dibe. Piştî axaftinan şandeyê nîşeyên xwe girtin û ji DESOB’ê veqetiyan.   Tê payîn ku şande bi mamosteyên KHK’î û nayên tayînkirin û rayedarên Odeya Pîşeyî û Bazirganiya Amedê (DTSO) re gel hev. Tê payîn ku şande wê derbarê her du seredanên xwe de li DTSO’yê daxuyaniyê bide.