Zêdeyî 800 zarok bi dayikên xwe re girtî ne 2021-01-23 15:05:57   ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu, bi boneya zarokên li gel dayikên xwe girtî bên berdan ji hikûmetê xwest zagon bê guhertin. Gergerlîoglu, destnîşan kir ku heta dawiya sala 2020'an zêdeyî 800 zarok li gel dayikên xwe girtî bûn.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu, têkildarî “Înfaza tedbîrên ewlehî û ceza ya hêjmar 5275" daxwaza guhertina zagonê da meclîsê û xwest ji bo girtî bên berdan zagon bê guhertin. Gergerlîoglu, destnîşan kir ku heta dawiya sala 2020'an zêdeyî 800 zarok li gel dayikên xwe girtî ne û ji bo zarok bên berdan xwest zarok bêne berdan. Zarokên temenê wan 0-6  salî di vê demê de di aliyê derûnî û bedenî de mezin û pêş dikevin. Lê dema zarok di vî temenî de li gel dayikên xwe girtî bin, pêş nakevin û paşve dikevin. Şert û mercên zarok li vir pêş bikivin tune ye. Zarok jiyana xwe li girtîgehê derbas dikin. Ji ber şertên girtîgehê zarok nexweş dikevin. Ji ber vê yekê dayikên zarokên temenê wan 18 û 72 mehî divê dewşa derûnî û civakî li ber çavan bê girtin û wan di daîreyên apart de bi cih bikin."