Buldan: Yekane rêya têkçûna DAIŞ'ê ya yekîtiya têkoşîna gelan e 2021-01-26 13:47:11   ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, kuştina jinên siyasetmedar a li Hesekê şermezar kir û wiha got: "Em kuştina siyasetmedarên jin Seda Feysel El Hermas û Hind Letif El Xidar û kuştina 32 sivîlan a di êrîşa DAIŞ'ê de şermezar dikin. Tenê rêya têkçûna daîmî ya DAÎŞ'ê yekîtiya têkoşîna gelan e."    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan, di civîna koma HDP'ê de axivî û bal kişand ser geşedanên dawî. Buldan, ewil kuştina jinên siyasetmedar Seda Feysel El Hermas û Hind Letif El Xidar ên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin kuştin şermezar kir û wiha got: "Em kuştina siyasetmedarên jin Seda Feysel El Hermas û Hind Letif El Xidar û kuştina 32 sivîlan a di êrîşa DAIŞ'ê de şermezar dikin. Tenê rêya têkçûna daîmî ya DAÎŞ'ê yekîtiya têkoşîna gelan e."    'EM Ê SALA 2021'AN BIKIN SALA'    Buldan, da zanîn ku wan salek pir dijwar li pey xwe hişt û wiha got: “Îsal li dijî faşizmê bû sala berxwedanê. Li aliyê din li dijî Covît-19'an bû sala têkoşînê. Me tu carî hevî û baweriyên xwe winda nekir. Em ê bi vê hêz û baweriyê sala 2021’an bikin sala serkeftinê. Em ê bi bernameya nû ya têkoşînê em ê bi gelê xwe re li qadan têkoşîna xwe berdewam bikin. Ji bo em demokrasî, wekhevî, azadî û edaletê, dîsa ji bo em rêya aştiyê vekin em ê têbikoşin."   Buldan, da zanîn ku îqtîdar dixwazin HDP'ê li dervê siyasetê bihêlin û wiha lê zêde kir: "Her cudeyê lîstikan li pêş me datînin. Dixwazin hêza HDP'ê ku siyaseta Tirkiyeyê diyar dikin li dervê siyasetê bihêlin. Îqtîdar dixwaze dijhiqûqiyê asayî bike. Her tim hewl didin muxalefetê perçe bikin û asteng bikin. Lê ev hewldan dê encamê nestîne. Dê nikaribin hêz û siyaseta HDP'ê asteng bikin.    ‘EM Ê SALA 2021'AN BIKIN SALA SERKEFTINÊ'    Buldan, anî ziman ku berpirsiyariya wan giran e û wiha berdewam kir: "Em dizanin berpirsiyariya me giran e. Lê em hêz û baweriya xwe ji gelê xwe distînin. Em bi vê bawerî û biryarê em ê erka xwe pêk bînin. Em tu carî ji xeta xwe û siyaseta xwe dur neketin. Em ê rêxistin û têkoşîna xwe bêtir mezin bikin.