Beştaş: Divê banga Ocalan bê bersivandin 2021-01-27 14:11:49   ENQERE – Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku pirsgirêk bi krîmînalîzekirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çareser nabin û xwest ku banga Ocalan a “hêza nerm” ku di gulana 2019’an de kiribû bê bersivandin.   Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, li meclisê civîneke çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand. Beştaş, di destpêja axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya derzîkirina vîrûsa koronayê û destnîşan kir ku ji bo derzîkirina bang tên kirin lê li holê derzî tunene. Piştre Beştaş, bal kişand ser zextên li hemberî partiya wan û bertek nîşanî serdegirtina avahiya partiya wan a Esenyûrtê.     TECRÎD Û GREVA BIRÇÎBÛNÊ   Beştaş, têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di roja 62’emîn de didome jî axivî û wiha got: “Li 107 girtîgehan ji 2 hezaran zêdetir girtî û hikûmxwar di çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger de ne. Daxwaza wan rakirina tecrîdê ye. Tecrîd sûc e. Em ê dev ji gotinê vê bernedin. Zext û zordariya li girtîgehan jî sûc e. Ji bo rakirina van zextan têkitina girtiyan a greva birçîbûnê ji bo welat cihê şermê ye.”   ‘OCALAN BI AŞTIYÊ HATIYE BIBÎRANÎN’   Di berdewama daxuyaniya xwe de Beştaş ev bang li Wezareta Edaletê û desthilatê kir: “Tecrîd ji Îmraliyê belavî tevahiya welat dibe. Weke ku qet tiştekî tunebe serê xwe kirine qûmê. Em bi bîr bixin navê Ocalan li vî welatî bi aştiyê hatiye bibîranîn. Bi milyonan mirovan gotiye vîna min e. Li Tirkiyeyê siyaseta tecrîdê tê meşandin. Hûn bi krîmînalîzekirin û nîşandina wêneyên Ocalan a weke sûc nikarin pirsgirêkê çareser bikin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd banga hêza nerm heye. Divê ev bê bersivandin. Dengê kesên di greva birçîbûnê de bibihîzin û bersiv bidin daxwazên wan.”   ÊRIŞÊN LI HEMBERÎ CIWANAN   Di dawiya axaftina xwe de Beştaş, bertek nîşanî êrişên li hemberî ciwanên partiya wan jî da û diyar kir ku êrişên li hemberî ciwanên partiya wan encamên polîtîkayên dijminane yên desthilatê ne û ev tişt gotin: “Ji ber ku ji civakê re siyasete raber dikin û bi wêrekî xwedî li vê dertên êriş li wan tê kirin. Ev desthilat dixwaze ciwan xwe radest bikin. Desthilat qeyûm tayînî vîna ciwanan dike û orta nava rojê wan direvîne. Operasyonên li hemberî ciwanan avdayîna polayê ye.”