Ayhan Bîlgen: Em bi hevre vê lîstikê xera bikin 2018-01-21 14:39:08 ENQERE - Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen, pirsa "Yên destûra operasyonê dane Tirkiye li beramberî kijan berdêlê destûr dan" pirsî û wiha got: "Ger ku Suleyman Şah 'Şaxa Zeytûnê be" wê demê operasyona Efrînê jî şikandina şaxa Zeytûnê ye. Li hemû şaristanên Rojhilata Navîn Zeytûn sembola aştiyê ye. Peywira me hemûyan ewe ku em bi hevre vê lîstikê xera bikin."   Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bilgen, beriya civîna meclîsa partiya xwe têkildarî êrîşa TSK'ê ya li dijî Efrînê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civîna ku li avahiya Navenda HDP'ê pêk hat de endam û rêveberên HDP'ê amade bûn. Bîlgen bal kişand ser lîstika operasyona li dijî Efrînê û wiha got: "Operasyon di 20'ê Çile de dest pê kir. Ev dîrok xwedî wateyek pir sembolik e. Yên xwestin Projeya Rojhilata Navîn (BOP) têxin meriyetê. di sala 2000’an de di heman dîrokê de bi şovên dîtbarî dabûn destpêkirin. Dixwazin bi riya medya her tiştî şolî bikin û ser rastiyan veşerin. Yên di televîzyonan de tevliheviyê dikin û mejiyê gel şolî dikin divê lêporîna xwe ji gel bixwazin.    DI ROJA KRÎTÎK DE WEKÎL ŞANDIN DESTÛRÊ   Daxuyanî dan û diyar kirin ku di hedefa wan de DAÎŞ heye. Beriya niha Serokwezîr jî heman daxuyanî da. Di vê saetê de li gelek bajaran li dijî êrîşan daxuyanî tê dayîn. Avahiya me ya Amedê dorpêç kirine û destûr nadin daxuyaniyê bidin. Tirsa wan a ji aştiyê her tiştî nişan dide. Ji bo ev mijar li meclîsê neyên niqaş kirin meclîs xistin betlanê. Îro meclîs di betlanê de ye.   VÎNA JIYANA HEVPAR BOMBE DIKIN   Yên Tirkiye bi rêve dibin bi vê operasyonê jiyana hevpar û vîna hevpar a gelan bombe dikin. Di demek pir nêzîk de li hewşên dibistanan de bombe diteqiyan. Lê wê demê qet operasyon ji bo xwe nekir armanc. Dibêjin şevê din bombe avêtin Kilisê. Lê di navbera Efrîn û Kîlîsê de çend kîlometre heye. Ev bixwe manipülasyon e. Serokwezîr dibêje 'Li wir zilm heye' Ger ku li Efrînê zilm hebe, çima ew însan koç dikin û berê xwe didin Efrînê. Çima Efrînê wekî stargeh dibînin. Çima nifûsa Efrînê 3 qat zêde bû. Çima Erebê sûnî hatin wir. Berdêla vê alozî û tevliheviyê jibo Tirkiye dê pir giran be.    YÊN DESTÛR DAN ÇI JI TIRKIYE XWESTIN?    Ev bombekirin li dijî avakirina jiyana pevar a gelan e. Li dijî pêşeroja hevpar a gelan e. Tirkiye bû şahidê veguhestina Tirba Suleyman Şah. Ger ku tirba Suleyman Şah 'şaxa zeytûnê' bû. Operasyona li dijî Efrînê jî şikadina Şaxa Zeytûnê ye. Kesên destûr dan vê operasyonê armanca wan cûda ye. Em dipirsin Rûsya ya destûr da operasyona çi ji Tirkiye qut kirin.?    ZEYTÛN REMZA AŞTIYÊ YE    Destûra operasyonê ‘Şaxê Zeytûnê.’ Zeytûn li tevahiya şartistaniyên Rojhilata Navîn remza aştiyê ye. Di quranê de jî navê zeytûnê derbas dibe û quranê ji xwe re dikin amûr. Lê ev êrîş gazîkirinek din bibîr dixe. Saddam jî bi salan berê têgehek ji Quranê ‘Enfal’ tercîh kiribû. Serokatiya Karê Diyanetê rolek balkêş dileyîze. Radibe navê Sûreya Fetihê li bobelatek wiha dike. Îslam selamet û aştiye. Tu feydeya vê êrîşê ji bo gelên Rojhilata Navîn tune ye. Berovajî vê yekê dê gelek windahiyan bixwe re bîne.”    YÊN ÇAVÊ XWE DIGIRIN NABIN MUXALEFET    Yên çavê xwe ji herikîna xwîn re digirin û ji xwînê xwe xwedî dikin nabin muxalefet. Divê muxalefet nebe şîrîkê vî şerî û divê ezmûna ewil bide. Yên ku îro li Efrînê li ber xwe didin dê Tirkiyeyê ji feraseta çar rizgar bikin. Elewî, kedkar, oldar, xizan şer dixwazin gelo? Heke ku gel şer naxwaze kî vî şerî dixwaze? Em ê her hewldanek li dijî şer destek bikin. Em ê ji bo aştiyê têkoşîna xwe dewam bikin.    Daxuyanî bi slogana “Bijî berxwedana Efrînê” xelas bû.