Başaran ji Wezîrê Dadê pirsî: Tecrîd li gorî we çiye? 2021-02-02 16:20:34   ENQERE - Parlanetera HDP'ê Ayşe Acar Başaran, bi armanca Wezîrê Edaletê bibersivîne pirsname da meclîsê û pirsa "Eger tişta li Girava Îmraliyê û girtîgehên Tirkiyeyê pêş dikeve ne tecrîd û îzolasyon be çiye? Li gorî we tecrîd çiye?" pirsî.   Parlamenter û Berdevka Meclîsa Jinan a  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anî rojeva meclîsê û xwest Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirsên der barê rewşa girtîgehan û Girava Îmraliyê de bibersivîne. Ayşe Acar Başaran pirsname da meclîsê û got: "Li girtîgehan her roj binpêkirina mafan zêde dibe. Mafê girtiyan ê ragihandinê ji destê wan tê girtin. Girtiyan neheq sewq dikin. Di lêgerîna tazî re derbas dikin. Bi awayekî keyfî mudaxaleyî girtiyan dikin. Wezîrê Dadê diyar dike ku li girtîgehên Tirkiyeyê tecrîd tune. Komîteya Pêşîlêgirtina  Îşkence ya Konseya Ewropa (CPT), di sala 2019'an de li Girtîgeha Girava Îmraliyê lêkolîn kir û di raporê de anî ziman ku li Îmraliyê ji sala 2016’an heta niha şert nehatine başkirin. CPT xwest hemû rewşa girtîgehê di ber çavan re bêderbas kirin."   Acar Başaran, bal kişand ser tecrîdkirina li Îmraliyê û wiha got: "Piştî çalakiya greva birçibûnê ya sala 2019'an bi Ocalan re hevdîtin hat kirin. Wê demê Wezîr soza astengiyên li ser hevdîtinê hatine rakirin da. Got astengî li pêş hevdîtinê tune ye. Lê terîd bi heman tundiyê didome. Tecrîda bi Îmraliyê dest pê kir îro li hemû Girtîgehên Tirkiyeyê belav bûye. Hiqûqa hundir tevahî xetimiye.  Yek ji girtîgehên ku tecrîd lê giran bûye jî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê ye. Me di 8'ê Tîrmeha 2019’an de dîsa pêşniyarname da. Me di 8'ê Kanûna 2020’an de dîsa heman pirs pirsîn. Piştî wê bi 1.5 salan Wezareta Dadê bersîv da. Wezîr di bersîvê de got 'Li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê û girtîgehên din tecrîd û îzolasyon tune ye."    Başaran, Ev pirs ji Wezîr Gul pirsîn:    “* Eger tişta li Girtîgeha Girava Îmraliyê û girtîgehên din pêş dikeve ne tecrid û îzolasyon  be wê demê li gorî we pênaseya tecrîd û îzolasyonê çiye?   * Qedexe û astengiya parêzer û malbatan a ji bo hevdîtina Abdullah Ocalan û girtiyên din ne tecrîd e?    * CPT di raporêde got divê hemû şert û mercên girtîgeha Îmraliyê di ber çavan re bê derbas kirin. Li gel vê yekê çima li Îmraliyê tecrîd didome?    * Têkildarî tecrîdê me pêşniyarname da Wezareta Dadê. Lê çima piştî 1, 5 sal şûnde bersîv da me. Sedema nedayîna bersîvê çiye?    * Ji gelek girtîgehan girtî gilî dikin. Hemû gilî dişibin hev. Ev tesetuf e?    * Girtî çima ji mafê xwe yê girtîbûnê sûdê nagirin. Jima di lêgerîna tazî re derbas dibin. Heta niha çend kesan ji ber lêgerîna tazî serî li Wezareta we daye?    * Di pêvajoya şewbê de çima girtiyên nexweş nayên berdan?    * Hûn dê heta kengî li hemberî daxwazên girtiyên li girtîgehan 67 rojin di çalakiya greva birçîbunê de ne bêdeng bimînin?"