HDP di 8’ê sibatê de wê bêje ‘Ji Bo Her Kesî Edalet’ 2021-02-05 10:10:46 ENQERE – HDP di 8’ê sibatê de kampanya bernameyek naverokek tije dide destpêkirin û dirûşma sereke ya kampanyayê jî wek “Ji Bo Her Kesî Edalet” hat diyarkirin. Hevserokên Giştî yên HDP’ê dê bernameyê eşkere bikin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kampanyayek nû dide destpêkirin û dê di 8’ê sibatê de bi raya giştî re parve bike. HDP wê vê bernameyê li Enqereyê eşkere bike û ev demek e ji bo amadekirina bernameyê xebat dihatin kirin. Amadekariyên kampanyayê berdewam in û dirûşma sereke ya kampanyayê jî wek “Ji Bo Her Kesî Edalet” hat diyarkirin.    HDP dê bi vê dirûşma “Ji Bo Her Kesî Edalet” derkeve qadan û derbarê kêşeyên li Tirkiyê dê perspektîfa çareseriyê ya partiya xwe eşkere bike. Deklarasyona hatiye amadekirin dê ji aliyê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ve were xwendin.   Wê pêkhateyên HDP’ê hemû di bernameyê de cih bigirin û hevserok, hevberdevk û rêveberên HDK, KCD, siyasetmedarên navdar ên kurd Ahmet Turk, Sirri Sakik beşdarî bernameyê bibin. HDP’ê gelek rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, hunermend û rojnamevan jî vexwend bernameyê.    Hat zanîn ku HDP’ê, hunermendê navdar ê sînemayê Kadîr Înanir jî vexwendiye bernameya xwe. Hat zanîn ku ji ber pandemiyê dê Înanir beşdarî bernameyê bibe an na bersivek nedaye HDP’ê.    Di bernameya were lidarxistin de li gorî dirûşma kampanyayê dê klîbên bi temaya “edalet” ku hunermendan bi armanca piştevaniyê amade kiriye jî werin pêşandan.