Di salekê de160 ciwan hatin revandin: Kesên nepen kî ne? 2021-02-05 13:06:15   AMED - Parlamentera HDP’ê Dersim Dag, diyar kir ku di salekê de 160 endamên Meclîsa Ciwanan ên partiya wê hatin revandin û pirsa “Kesên nepen kîne?” ji Wezîrê Karên Hûndir Suleyman Soylû kir.   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Dersim Dag, girtin, binçavkirin, revandin, ferzkirina sîxurtiyê, êrîş û zextên li dijî endamên Meclîsa Ciwanan ên partiya xwe, bir rojeva Meclîsê. Dag, diyar kir ku di nava sala 2020’an de, 160 endamên Meclîsa Ciwanan, ji aliyê endamên MÎT’ê, polîs û kesên cuda ve hatin revandin û da zanîn ku ev zext û êrîşên li dijî ciwanan di meha ewil a sala nû de jî, dewam kirin.    Dag, bal kişand ser revandinên ciwan ên li Enqerê û wiha pê de çû: “Endamên Meclîsa Ciwanan a partiya me Hatîce Aras di 12’ê Çileyê, Ezgî Orak di 13’yê Çileyê, endamê Meclîsa Partiyê yê berê Erel Çîftçî di 27’ê Çileyê û Elîf Ceylan di 31’ê Çileyê de li Enqerê hatin revandin. Herî dawî jî, di 2’yê Sibatê de, dîsa di derketina metroya Bahçelîevler a Enqerê de, endamên Meclîsa me Ronda Bat û Sûltan Taş ji aliyê 6 kesan ve bi zorê hatin revandin. Kesên xwe weke ‘nepen-nediyar’ bi wan dan nasandin, her du ciwan derxistin derveyî bajêr û li derveyî bajêr berdan.”     Wekîla HDP’ê Dag, dest nîşan kir ku ligel hemû gilîyên hatin kirin jî, derbarê kesên ciwan revandin de tu lêpirsîn nehat vekirin û ser bûyeran hat girtin.    Dag, herî dawî ji bo ku Wezîrê Karên Hûndir Suleyman Soylû bi bersivînê ev pirs pirsîn:    “* Gelo agahiya we ji van revandin û ferzkirinên sîxurtiyê heye?   * Gelo ev kesên ku ciwanan direvînin û gefan li wan dixwin kîne?   * Hincet û sedema revandina van ciwanan çiye?    * Ligel ku derbarê van kesan de gilî tên kirin jî, gelo çima lêpirsîn û lêkolînek nayê kirin?    * Gelo ev kes ji aliyê wezareta ve tên parastin an na?    * Ew kesên li ser navê dewletê welatiyan direvînin, gefan li wan dixwin, nasnameyên polîsan ligel wan hene û ji xwe re dibêjin ‘kesên ne diyar’ kîne?   * Gelo ev hêz di çarçoveya agahiya wezaretiya we de hatiye avakirin? Ger ne wisan be, wê demê çima li gel van nasnameyên polîsan hene?     * Di nava 5 salên dawî, hejmara kesên hatin revandin û ji ber vê yekê gilî kirin, çiqase?  We derbarê van giliyan de, dest bi lêpirsînekê kir? Ger we dest pê kiribe, ev lêpirsîne di çi rewş û astê de ne?”