HDP: Em ê têkoşîn û piştevaniya xwe bidomînin 2021-02-05 16:12:45   ENQERE - MYK’a HDP’ê êrişa polisan a li dijî çalakiya Hêzên Têkoşînê yên Yekbûyî şermezar kir û got: “Li dijî êrîşan em ê têkoşîn û piştevaniya xwe bidomînin.”   Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî êrişa polîsan a li dijî meş û çalakiya Hêzên Têkoşînê yên Yekbûyî daxuyaniyeke nivîskî weşand. HDP’ê di daxuyaniyê de got ku li hemû qadan faşîzm êrîşî wan dike û diyar kir ku wê li dijî êrîşan bibin yek, têbikoşin û piştevaniya hev bikin. HDP'ê êrişên li ser çalakiya li ber avahiya HDP'ê ya li Kadikoyê bi bîr xist û wiha got, ''Polîsan bi awayekî hovane li parlamenterên me û li serokên partiyên siyasî xistin.''   ‘EM Ê LI HER QADÊ TÊKOŞÎNÊ BILIND BIKIN’   HDP'ê da zanîn ku polîsan Hevserokên DBP'ê, Serokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren, endamên Meclîsa Giştî, nûçegihan û rêveberên navçeyê jî di nav de 65 kes di kolanan de derpkirine û binçavkirine. Ji xwedekarên Bogaziçiyê ku mafê protestoya demokratîk bikartînin heta bi Hêzên Têkoşîna Yekbûyî li hemû qadên ku em di nav piştevaniyê de ne, faşîzm bi ser me de tê. Li Kadikoyê careke dî tirsa desthilatê derketiye holê. Çawa ku desthilata faşîst êrîşê tîne ser her çalakiyê, her cure zilm û zordariyê pêk tîne, em jî dê mafê siyaseta demokratîk bi kar bînin û biryardar in ku li her qadê têkoşînê bilind bikin. Em dizanin ku di pişt her êrişa we de tirsa di dilê we de heye.''   HDP’ê di dawiya daxuyaniya xwe de xwest ku kesên hatine binçavkirin demildest werin berdan û destnîşan kir ku wê bi yekbûyînê têkoşîna xwe û piştevaniya xwe bidomîne.