'Ne parastina welat, tirsa windakirina qoltixê ye' 2018-01-22 15:12:04 ENQERE - Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, bertek nîşanî helwesta AKP-MHP'ê da û got: “Ne parastina welat, tirsa windakirina qoltixêye." Yildirim, helwesta CHP'ê ya li dijî koltixê jî rexnekir."  Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, li meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî. Yildirim helwesta îktîdarê û CHP'ê ya li dijî Efrînê rexne kir û wiha got: "Li vî welatî yên bi giştî li Sûriye û bi taybet jî ji Rojava para xwe ji parvekirina dîrokî ya bi gelê kurd re negirtine, welat xistin nava şerê kur.    TENÊ KURD LI EFRÎNÊ TUNE'   Yildirim, anî ziman ku tenê kurd li Efrînê najîn û wiha got: "Heta 5 sal berê li Efrînê nifûs ji 5 paran yek bû. Piştî li Sûriye şer dest pê kir, koçberiyê dest pê kir û gel berê xwe dan Efrînê. Tenê kurd li Efrînê najîn, Tirkmen, Ereb, Şîî û Xirîstiyan bi hevre dijîn. Ji ber ku Efrîn wekî qada aştiyê didîtin berê xwe dan Efrînê. Heta niha ji Efrînê kevirek jî nehat avêtin. Tu gefên li dijî Tirkiye tune bû. Lê yên dixwazin Tirkiye têxin nava şer ji bo berjewendî û tirsa qoltixa xwe Tirkiye dixin nava agirê şer.    'EV NE PARASTINA WELAT E    Yildirim pirsî û got: "Heta niha kengî ji kurdên Sûriye li dijî Tirkiye êrîşek pêk hatiye. Li holê parastina welat tune ye. Li holê tirsa windakirina qoltixê heye. Îktîdar ditirse ku qoltixa xwe winda bike. Dema Tirkmen ji aliyê Rûsa ve hatin qetilkirin çima wê demê dengê xwe nekirin. Dema DAIŞ'ê bomde davêtin Dîlokê û li Enqere bombe diteqandin çima dengê xwe nekirin. Li Tirkiye yên aştiyê diparêzin wekî kesên piştgiriyê didin terorîzmê didin naskirin û dikin hedef. Daxwaza aştiyê kengî bû piştgiriya 'Terorîstan'"   CAPEMENÎ DI BIN GEFAN DE YE   Yildirim, bal kişand ser daxuyaniya Binalî Yildirim û wiha got: "Serokwezîr 15 xalên ji bo çapemeniyê aşkere kirin. Dibêje 'Nûçeyên îktîdarê bêzar dikin çap nekin' Çapemenî di bin gefan de ye. Serdestiya hiqûqê di bin hefan de ye. Îro tenê li Amedê ji ber parvekirinên medya civakî bi dehan kes hatin binçavkirin. Rojnameger Nurcan Baysal hat binçavkirin. Bi ser mala Parazvanê Mafên mirovan Sitki Zilan de girtin. Hemû azadiyên mafan ji dest hatine girtin. Şer hemû civakê jahrînî dike. Seroke AKP'ê li ber çavê hemû cîhanê manipule aloz û berovajî kir.    Dibêje HDP'ê li Amedê kes kom nekiriye. Yên li dîmenên dun li Amedê hatin kişandin binerin dê şerm bike. Endamên kongreyê nekarîbûn derbasî salona kongreyê bimin. Bi sedan polîsan deriyê avahiyê girt û destûr nedan kes derbasî hundirê salonê bimin. Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan duh partiya me HDP kir hedef. Polîsan Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Aslan darp kirin. Destê xwe danîn ser devê wî û mafê azadiya axaftinê ji destê wî girtin. Çima ji ber ku HDP’ê dişopîne. Ev ne zimanê siyasetê ye. Ev zimanê tundiyê ye. Zimanê binpêkirina qanûna bingehîn e. Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan xala 68'an a Qanûna Bingehîn binpê dike û sûc dike. Di xala 68’an de diyar dike ku siyaset azad e û partiyên siyasî dikarin azad siyasezê bikin.    CHP KET    Yildirim  helwesta CHP'ê ya li dijî AKP û Efrînê jî rexne kir û wiha got: "Partiya muxalif niha bi Cîgirê Serokê AKP'ê Binali Yildirim re di axivin. Îro ziyaret dê bibin av û rê li te vegerin. Ji ber ku tu ne ji bo aştiyê li wir e. Tu ji bo şer li wir e. Îro CHP ketiye. "