Bersiva pêşnûmepirsa Komkujiya Parîsê: Wezaret berpirsyar e 2021-02-20 15:33:40 AMED – Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay, di bersiva xwe ya ji bo pêşnûmepirsa têkildarî Komkujiya Parîsê de diyar kir ku Wezareta Edaletê ji rewşê berpirsyar e.   Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, di 6’ê çileyê de Komkujiya Parîsê ku di 9’ê çileya 2013’an de pêk hatibû û siyasetmedarên jin ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez têde hatibûn qetilkirin, biribû meclise û bi dawxwaza ku Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay bibersivîne pêşnûmerpirs dabû Serokatiya Meclisê.      Oktay, pêşnûmepirsa Ûca bersivand û di bersiva xwe de diyar kir ku Wezareta Edaletê ji rewşê berpirsyar e.