HDP’ê ji Wezareta Dadê pirsî: Penasekirina we ya tecrîdê çi ye? 2021-03-09 12:58:49   ENQERE - Parlementera HDP’ê Ayşe Acar Başaran ji Wezareta Dadê ya ku gotibû "tecrîd di çarçoveya pirsên nayên pirsîn” de ye pêşniyazpirseke din da û pirsa “Penasekirina we ya tecrîd û îzolasyonê çiye?” kir.   Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bir rojeva Meclîsê û bi pêşniyazpirsekî tecrîdê ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirs kir. Başaran xwest li tavilê Abdulhamît Gul pêşniyazpirsa wê bibersivîne. Başaran di pêşniyazpirsê de bal kişand ser tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan. Başaran di hêceta pêşniyazpirsê de cih da van agahiyan: “Li gel ku Wezareta Dadê gotibû 'li girtîgehan tecrîd û îzolasyon nîne' jî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), di rapora seredana 2019’an a Girtîgeha Îmraliyê de diyar kiribû ku ‘ji sala 2016’an û vir tu baş bûn li girtîgehê ne hatiye kirin’ û destnîşan kiribû ku pergala girtîgehê bi temamî di ber çavan re were derbaskirin.”   PIRSÊN NAYÊN PIRSÎN   Di berdewama pêşniyazpirsê de wiha hat gotin: "Piştî Wezareta we bersiva 'tecrîd û îzolasyon nîne' dabû, di pêşniyazpirsa me ya pênaseya 'tecrîd û îzolasyon' pirs kiribû de di çarçoveya bi hêceta 'ev pirs ji Rêziknameya Meclîsê nayên kirin' li me hatibû zivirandin."   Başaran têkildarî mijarê ji wezîr Abdulhamît Gul ev pirs kirin:    “* Heke derbarê tecrîd û binpêkirinên li girtîgehan  de ji Wezareta we nayê pirsîn, lê divê kîja pirs werin pirsîn?    *Gelo pênaseyek Wezareta we ya tecrîd û îzolasyonê heye?   * Heke tişta li Îmraliyê û girtîgehên din ên Tirkiyê deqewime ne tecrîd û îzolasyon be, lê gelo pênaseya we ji bo tecrîd û îzolasyonê çi ye?    * Astengkirina hevdîtina di serî de li gel Abdullah Ocalan û astengkirina hevdîtina malbat û parêzeran a li gel girtiyan ne tecrîd e?    * Li gel rapora CPT'iyê ya derbarê Îmraliyê de çima tecrîd bi israr berdewam dike?   * Pêşniyazpirsa derbarê vê mijarê de me dabû Wezareta we çima piştî salek û 5 meh hat sekinandin, hatiye bersivandin? Sedema vê yekê çi ye?   * Giliyên ku ji girtiyên din tê û dişibe hev, gelo şibandina wê ewqas jî tesadufî ye?    * Girtiyên siyasî çima nikarin ji mafên girtîbûnê sûdê werbigirin?   * Heta niha derbarê lêgerîna tazî de çend gilî ji Wezareta we re hatine kirin?    * Sedema we ya di serdema pandemiyê de neberdana girtiyên nexweş ên siyasî çi ye?    * Hûnê heta kengê li ber gireva birçîbûnê ya li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan 103 roj in didome bêdeng bimînin?