Cîhangîr Îslam tevlî CHP’ê bû 2021-03-09 14:37:32   ENQERE - Cîhangîr Îslam ê ji Partiya Saadetê îstîfa kiribû û weke Parlementerê Serbixwe yê Stenbolê berdewam dikir tevlî CHP’ê bû   Parlamenter Cîhangîr Îslam ê par meha adarê ji Partiya Saadetê îstîfa kiribû, tevlî Partiya Gel a Komarê (CHP) bû. Îslam di destpêka komcivîna îro ya CHP'ê li Meclîsê pêk hat de derbasî partiyê bû. Rozeta CHP’ê Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû bi Îslam vekir. Bi tevlîbûna Îslam hejmara kursiyên CHP’ê ya li Meclîsê derket 136’an. Îslam ê di hilbijartina giştî ya di sala 2018’an de ji lîsteyên CHP’ê hatibû hilbijartin, piştî ku weke parlementerê Stenbolê hat hilbijartin derbasî Partiya Saadetê bibû.