Gergerlîoglu: Ez ê li meclîsê li ber xwe bidin û naqetim 2021-03-16 10:06:06   ENQERE - Piştî biryara Dadgeha Bilind ya cezakirina Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu gihişt meclîsê, Gergerlioglu, diyar kir ku dê li meclîsê li ber xwe bide û wiha got: "Ez ê li meclîsê li ber xwe bidim. Ku tên min dibin jî bila min ji vir bibin. Wê wekî dîmena 1994'an derkeve holê.    Dadgeha Bilind, 2 sal û 6 meh cezayê ku bi îdeaya “propaganda” kiriye li Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaelî Omer Faruk Gergerlîoglu hatibû birîn erê kir. Piştî dadgehê ceza erê kir, biryara dadgehê gihişt meclîsê. Eger biryar li Lijneya Gişti ya meclîsê bê xwendin û lijne erê bike dê wekîltiya Gergerlîoglu bê xistin. Gergerlîoglu ji bo biryarê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Gergerlîoglu, têkildarî biryara dadgehê û biryara ku li meclîsê bê dayîn ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) û komek rojnameger re axivî.    DIVÊ LI BENDA NERÎNA AYM'Ê BIN   Gergerlîoglu, anî ziman ku di rewşa heyî de dikarin wekîltiya parlamenter bixin û wiha got: "Divê meclîs nerîna AYM’ê bistîne. Vîna gel esas e. Divê meclîs li benda nerîna AYM’ê raweste. Ji ber ku biryara dadgehê siyasî e. Min nûçeyek ku der barê wê de tu astengî tune bû li ser hesabê twîtterê parve kir û ji ber vê yekê ceza li min birin. Der barê min de biryarek neheq tane. Heqîtê dadgeha bilind ev yek îtîraz kir. Lê li hemberî 1 dengî bi 4 dengan biryar erê kirin. Biryarek bi şik e. Lê meclîs bi israr dixwaze vê biryarê bixwîne û erê bike. Bi lez dixwazin wekîltiyê bixin."     Gergerlîoglu, da zanîn ku HDP, partiyek ku bi pirsgirêkên herî girîng ên Tirkiyeyê re mijûl dibe û wiha axivî: "Ez jî wekîlê HDP'ê me. Di heman demê de parazvanê mafên mirovan im. Xistina wekîltiya min dê şik û gumanên der barê mafên mirovan de bîne rojevê. Ji ber ku min revandina mirovan, îşkenceya li mirovan tê kirin û tazîkirina mirovan anî rojevê. Min neheqî anî rojevê û niha bê heq û bê hiqûq hewl didin min ji meclîsê bavêjin. Hewl didin min bavêjin girtîgehê. Hemû binpêkirina mafan ên min anîn rojevê bê bersîv hatin hiştin. Ji ber min cil ji ser vê yekê avêt ji min hêrs dibin."    BERSÎV NEDAN LÊGERÎNA TAZΠ   Gergerlîoglu, destnîşan kir ku rayedaran bersiv nedan pirsên wî yên lêgerîna tazî û wiha berdewam kir: "Bersîv nedan pirsên lêgerîna tazî. Raya giştî pir aşkere fam kir ku li Tirkiyeyê lêgerîna tazî heye. Îşkence heye. Fam kir ku rayedarên dewletê derewan dikin. Ji ber ku nekaribûn bersîvê bidin pirsên min. Lez dan darizandina min û dadgehê cezayê min erê kir. Ji ber min axaftinek Murat Karayılan parve kir, ceza li min birîn. Di pêvajoya çareseriyê de tiştê min got û parve kir, her kesî kir. Piştî pêvajoya çareseriyê bi dawî bû, dîsa me rastî gotin. Ji ber em rastiyan tînin ziman em berdêwa wê didin. Min di pêvajoya çareseriyê de Mihmandariya Heyeta Aqilmend a Marmarayê kir. Kengî pêvajoya çareseriyê bi dawî bû em kirin şeytan. "    Gergerlîoglu, da zanîn ku tevî îxrac bû û ceza lê hat birîn jî têkoşîna xwe ya heqîqet û mafên mirovan her dem bawer kir û lê zêde kir: "Ez ê xizmeta civakê berdewam bikim. AYM’ê der barê wekîlê CHP’ê Enis Berberoglu de biryar stend. Dibe ku ev biryar dîsa li meclîsê vegere. Çawa ku Enis Berberoglu paşve vegeriya meclîsê, dibe ku ez jî vegerim meclîsê. Ez ê li Meclîsê bim. Bifikirim ku ez li meclîsê bim, wê wekîltiya min bixin. Ev ji bo demokrasiyê û vîna mîllî dê tiştekî pir giran be. Ji ber rewşek bi şik e. Biryar hêj neçûye Dadgeha Destûra Bingehîn. Biryar li gel îtîraza hekîm hatiye girtin. Pişti biryar bê girtin jî ezê li meclîsê bim û ez ji meclîsê naqetim. Ezê têkoşîna xwe ya li meclîsê berdewam bikim. Yên vî berdêlî bi min didin dayîn wê vî berdêlî bidin. Dê hemû Tirkiye û Cîhan vê yekê bibînin. Ez ê heta dawî li meclîsê li ber xwe bidim û ji meclîsê naqetim. Ez ê li meclîsê li ber xwe bidim. Ku ji vê relazetê razî bin dê dîmenên wekî yên salên 1994’an dubare bibin. Ji ber ku min aştî xwest min ceza dikin. 90 hezar kesan dengê xwe daye min. Bi vê yekê 90 hezar mirovî bi min re ceza dikin. Min ceza bikin jî dîsa ez wekîlê gel im."       Gergerlîoglu, helwesta  muxaletefê jî rexne kir û wiha bi dawî kir: "Divê hemû hêzên muxalif li dijî vê binpêkirin û neheqiyê dengê xwe bilind bike. Ji ber li wekîlê HDP'ê vê yekê dikin bêdeng in. Îro vê yekê li min dikin dê sibê li we bikin. Ev ne tenê meseleya HDP'ê ye. Ev mesela mafên mirovan û meseleya her kesî ye. Divê her kes li dijî vê yekê bertekên xwe bîne ziman."    MA / Dîren Yurtsever