Beştaş: Biryara Gergerlîoglû siyasî ye 2021-03-17 15:33:35   ENQERE - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku biryara xistina wekiliya parlementer Omer Farûk Gergerlîoglû siyasî ye û wiha got: “Dest ji hiqûqê bernedin, bê hiqûqî dê we hemûyan bi fetisîne.”   Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, di Lijneya Giştî ya Meclîsê de axivî. Beştaş, diyar kir ku Serokwekîlê Meclîsê di deqîqeya dawî ji wan re gotiye ku wê biryara misogerkirî ya derbarê Parlementerê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû de li Lijneya Giştî bê xwendin. Beştaş, da zanîn ku ev rewş înkarkirina bi xwe ya Meclîsê ye û wiha got: “Di mijara destnedayîn û xistina parlementeran de sîcîla parlementoyê xerabe ye. Parlementeriya Leyla Guven û Mûsa Farîsogûllari derveyî hiqûq û make kanûnê hat xistin. Bêyî ku li benda biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bisekinin hat xistin. Di demekî nêzîk de bi biryara AYM’ê parlementerek vegeriya  Meclîsê. Lê hêj serlêdana parlementerê me yê Kocaeliyê li AYM’ê, tezkere pêşkeşî meclîsê tê kirin. Desthilatê bi destdayîn û xistina parlementeran di vê serdemê de rekora cîhanê şikand.”   LI BENDA BIRYARA AYM’Ê BIMÎNIN   Beştaş, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ji ber nûçeyek parvekir derbarê wî de doz hat vekirin. Darazê ev biryar neda, desthilatê ev biryar da. Ev biryar ne hiqûqî ye sîyasî ye. Bi vê biryarê tenê vîna 90 hezar Kocaeliyan nayê xespkirin. Bi tweteke banga aştiyê tê kirin parlementerî nayê xistin. Serê me jî tê de biçe em ê çareseriyê biparêzin. Dest ji hiqûqê bernedin, bê hiqûqî dê we hemûya bifetisîne. Vê biryarê nexwînin li benda biryara AYM’ê bimînin.”