Amadekariyên kongeya HDP'ê ber bi dawî ve diçin 2018-01-25 14:06:04   ENQERE - Amadekariyên 3'emîn Kongreya Asayî ya HDP'ê ku di 11'ê Sibatê de li Enqereyê pêk bîne ber bi dawî ve diçe. Ji bo nirxandina kongreyê Komîsyona Mutabakatê hat avakirin. HDP bi vê xebatê armanc dike ku bersîvek xurt bide êrîşên li dijî Efrînê.    Amadekariyên 3'emîn Kongreya Asayî ya Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di 11'ê Sibatê de pêk bê ber bi dawi ve diçe. Di vê pêvajoya ku TSK'ê bi fermana AKP-MHP'ê li dijî Efrînê şer daye destpêkirin û şertên OHAL'ê de HDP'ê xebatên xwe yên kongreyê zêdetir kir. Her çend binçavkirin, girtin ên li dijî endam û rêveberên HDP'ê zêde dibe jî, HDP di nava şertên OHAL'ê armanc dike ku di kongreyê de bersîv bide OHAL û şerê li dijî Efrînê. Kongreya HDP'ê ya di vê pêvajoyê rol û mîsyonê wê zêdetir bû û wateya wê firehtir bû.  Hefteya borî civînên li ser amadekriya kongreyê hatin lidarxistin û der barê rol û rista kongreyê niqaş kirin. Meclîsa Jinan a HDP'ê, Meclîsa Partiyê û Lijneya Rêveber a Navendî yên HDP'ê civîn pêk anîn û li ser naveroka xebat û projeyan niqaş kirin. Di civînê de hat diyar kirin ku bersîva herî mezn ku bidin van operasyon û OHAL'ê tevlêbûna herî xurt e. Di civînê de hat diyar kirin ku di vê pêvajoya ku parastina aştiyê û dijberî şer wekî sûc tê dîtin û xwestin ku her kes bêtir li dijî şer û tundiyê ji bo parastina demokrasî aştî û azadiyê tev li kongreyê bibin. Hat armanckirin ku bi 30 hezar endam û delegeyan kongreya xwe pêk bînin û li gorî vê yekê dest bi amadekariyan kirin. Di civînê de hat diyar kirin ku ji kongreya HDP'ê zêdetir xwedî rol û mîsyonek hîn mezintir û zêdetir e. Hat zanîn ku ev kongre dê bibe bersîva li dijî şer, li dijî OHAL tundî û li diji hemû binpêkirinên mafan. Di civînê de hat destnîşankirin ku dê li gori vê rol û rista pêvajoyê herî zêde li ser tevlêbûn zêde rawestin.    KOMÎSYONA MUTABAKATÊ HAT AVAKIRIN   Di civînan de komîsyon û komîte hatin amadekirin. Piştî civînê dest bi amadekariyên teknîkî kirin. Li gorî agahiyan Komîsyona Kongreya Navendî ku ji 26 kesan pêk tê hatiye avakirin. Komîsyona Kongreya Navendî ya HDP'ê bi rêk û pêk civînan pêk tîne. Amadekarî ji nûve di bir çavan re tên derbaskirin. Amadekariyên teknîkî, çapemenî, protokol, rêxistinbûnê hatin avakirin û dest bi xebatan kirin. Hemû agahiyên li van komîsyonan kom bibin, dê li komîsyona jor kom bibin. Navê ji bo lijneya jor, rêveberiya partiyê û hevserokan dê hemû di hawizekî de kom bibin. Dê hemû agahî di dem û cihê wê de bên nirxandin. Ji bo teamul'ê Komîsyona Mutabakayê jî hat avakirin. Komîsyona Mutabakatê ji 6 pêkhateyên HDP’ê û 3 kesên HDP'ê pêk tên. Komîsyon li ser esasê nûnertiya wekhev ji 9 kesan pêk tê.    DI 2-4'Ê SIBATÊ DE DÊ ROTA BÊ DIYARKARIN   Di çarçoveya amadekariyan de dê di 2'ê Sibatê de Konferansa Jinan pêk bê. Di  3-4'ê Sibatê de jî dê Konferansa Giştî pêk bê. Konferansên li Enqereyê pêk bên, dê stratejî, bername û planên HDP’ê yên pêşerojê diyar bike. Dîsa dê pêşniyarî ji kongreyê re bên kirin. Dîsa tê armanc kirin ku rêveberiyek pir xurt ku ji hemû pêkhatiyan pêk tê bê avakirin. Dê rêgezên giştî di van kofrensan de bên niqaşkirin û di kongreyê de bibin biryar. Namzetên ji bo rêveberî û hevserokatiyê dê di van konfransan de bên nirxandin."    MA / Kenan Kırkaya