Ji bo Tirkiye rizgar bibe divê xwe ji dijminantiya kurdan xelas bike 2017-10-03 15:45:49   ENQERE - Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir, niqaşên der barê referanduma Herêma Kurdistana Federe pêş dikevin rexne kir û got: "Ji bo Tirkiye rizgar bibe divê xwe ji fobî û dijminantiya kurdan xelas bike. Bertekên li dijî vîna gelê Kurdistana Başûr, encama fermî ya dijminantiya gelê kurd e."    Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemir, piştî vekirina meclîsê ya zagonsaziya sala nû, yekem civîna koma HDP'e ya Meclîsê pêk anî. Baydemîr, der barê geşedanên nû de nirxandin kir. Baydemir, diyar kir ku dibînin ku hestên kurdên li Kerkukê û hestên katalonê li Barcelona dişibin hev û wiha got: "Îro ji bo em hestên gelê Barcelona fam bikin ne hewce ye em Katalon bin. Dîsa ji bo em hestên welatiyekî Hewlerê fêr bibin ne pêwiste em Kurd bin. Ji bo ev yek bê dîtin tenê mirovbûn bes e. Ez bi vê hestê vîna gelê Katalon silav dikim."    Baydemir, anî ziman ku di roja vekirina meclîsê de li ber deriyê Girtîgeha tîpa F a Edîrneyê bûn û wiha got: “HDP'ê bijartina xwe li ber deriyê girtîgehê kir. Ji bo ev yek bê famkirin ne pêwiste mirov siyasetmedar be. Parlamento ji bo rejîma demokratik pêş bikevin hene. Li vî welatî parlamento gelek caran rastî darbeyê hat. Destnedayîn bi serê xwe darbe bû. Girtina Hevserokên HDP'ê û wekîlên HDP'ê darbe bû. 333 rojin vîna meclîsê hatiye darpkirin. Girtina wekîlên partiya Sêyemîn a meclîsê darbe ye.    DARAZ DI BIN GEFÊ DE YE    Rastiyek jê, girtina Selahattin Demirtaş, Figen Yuksekdag û wekîlan e. Rastiya din jî şanoya roja vekirina meclîsê ye. Wêneyê roja vekirina meclîsê wêneyê tunebûna demokrasiyê ye. Serokomarek di heman demê de serokê partiyekê ye. Serokê Meclîsê di heman demê de serokê saziyên darazê ye. Ji vî wêneyê demokrasî, aramî û edalet dernakeve. Daraz di bin gefê de ye. 333 rojin Demîrtaş li benda darazê ye. Ger ku li Paştextê welatekî nikaribin ewlehiya darizandinê bigirin ev çawa welat e. Niha her hevalekî me yê dîl hatiye girtin bi fermanê hatine girtin. Niha meclîs kirine kişlaya leşkerî. Kesên meclîs kirine kişla dê nikaribin li ruyê civakê binerin."    Serokê Giştî yê AKP'ê dibêje 'Cihê HDP'ê ne li vir e. Qandîl e'. Ger ku piçek aqil hebe wisa nabêje. Bi vê gotinê partiya ku li pişt wê 20 milyon mirov heye sewqî tundiyê dike. 20 sal berê heman polîtîka hebûn. Yên wê demê jî digotin dest ji çekan berdin werin li deştê siyasetê bikin. Di dîroka komarê de heta niha tu carî siyasetê wisa aqil nexwariye. Ji ber ku tenê HDP  li meclîsê dibêje kral tazî ye.    CHP DIBE ÎSTEPNE   Baydemîr, sekna CHP'ê jî rexne kir û anî ziman ku CHP dibe îstepneyê koalisyona AKP-MHP'ê û wiha got: "Dê roj bê dê ji gelê Tirkiye û ji HDP'ê lêborîn bixwazin. Serokê AKP'ê Erdogan dibêje 'Tu welatî ji OHAL'ê zerar nedîtiye. Lê tiştê ku KHK'ê aniye serê welatiyan ne anîye serê tu kesî. Ger ku vîna neteweyi hêza herî mezin be û 357 kursiyên we hebe. Çima hûn pêdivi bi OHAL'ê dibînin. Ji ber ku êdî hûn ne rewa ne. Hûn bi KHK û OHAL'ê xwe ji gel diparezin. Hûn ditirsin ku gel hesap ji we bipirse. Ji ber rejîma OHAL û KHK'an 50 mirovan întîhar kir.    XELASÎ DIVÊ HÛN XWE JI DIJMINANTIYA KURDAN RIZGAR BIKIN   Baydemîr herî dawî bang li her kesî kir û xwest xwe ji fabî û dijminantiya kurdan xelas bikin. Baydemîr, bertek û niqaşên der barê kurdên Başûrê Kurdistanê jî rexne kir û wiha got: "Ev bertek encama feraseta dijminantiya kurdan e. Ji bo xelasiya Tirkiye divê hûn dest ji dijminantiya kurdan berdin. Hişmendiya Yezit dibêje em dê kurdan bi birçî û tazibûnê terbiye bikin. Em sond dixwin ku em jî dê wekî Huseyinan bi biryar têbikoşin. Gelê kurd tu cari bi birçîbûnê terbiye nebû dê tu carî terbiye nebe jî."   Baydemîr, feraseta AKP'ê ya perwerdehiyê jî rexne kir û anî ziman 15 salin hêj pergalek perwerdehiyê tune ye. Baydemîr, anî ziman ku parastina perwerdehiyê xwedî derketina mamoste Ayşe ye.    DEM DEMA EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN E   Baydemîr pakêta zema ku anîne rojeva meclîsê jî rexne kir û wiha got: "Ji A'yê heta Z'yê her tiştî zem dikin. Ji sedî 30 heta ji sedi 40 zem dikin. Sedema zêdekirina baca li ser alav û amûran şer e. Vi pereyê çekan ji berîka çotkarên tirî, findik û tûtinê derdixin. Niha dem dema em îtîraz bikin û dengê xwe bilind bikin e. Niha ne dema bêdengiyê ye.