Berdevka HDP’ê Gunay: Berpirsiyar wê hesap bidin 2021-05-07 12:19:54 ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, di nirxandina xwe ya heftane de, bal kişand ser Komkujiya Dersimê û got: “Di êrişên hedef girtina ziman, çand û baweriya gelekê de, bi deh hezaran mirov hatin qetilkirin. Berpirsiyar wê li hemberî dîrokê hesap bidin.”   Hevberdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, li Navenda Giştî ya partiya xwe, civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay, rojevên heyî nirxandin.   Gunay, bal kişan ser Komkujiya Dersimê ya ket sala 84’an û wiha axivî: “Di êrişên hedef girtina ziman, çand û baweriya gelekê de, bi deh hezaran mirov hatin qetilkirin. Komkujiya Dersimê, bişaftin, înkarkirin û dijminantiya gelekê ye. Heman hişmendiya înkar û îmhayê, hîna jî li dijî gelê Kurd dewam dike. Me ne êşa wê ji bîr kir, ne jî têkoşîn û berxwedana gelekê ya li dijî vê êşê ji bîr kir. Ji bo bîranîna kesên di Komkujiya Dersimê de jiyana xwe ji dest dane, em hewl didin bi bilindkirina têkoşînê wan watedar bikin. Li vî welatî wê hemû heqîqet derbikevin holê. Heya ku berpirsiyar li pêşberî dîrokê hesap bidin, em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”   ‘CÎNAYETÊN SIYASÎ’   Gunay, rêberên THKO’yê Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan jî, di salvegera bi darvekirina wan de bi bîr anîn û wiha got: “Bi darvekirina Denîzan, bersiva bi xwîn a li dijî têkoşîna wekhevî, azadî û aştiyê ya gelan bû. Ji wê rojê û vir ve êrişên wiha qet bi dawî nebûn. Ev darvekirin, cînayetên siyasî yên bi destê dewletê hatin kirin e. Kesên ku îmze avêtin binê cînayetan, di wijdana gelan de hatine mehkûmkirin.”   ‘JEHRKUJA AKP-MHP’Ê HDP YE’   Gunay, diyar kir ku mirov birçîna û ji ber pirsgirêkên debarê dawî li jiyana xwe tînin û wiha bilêv kir: “Welatî ber bi birçîbûnê ve tên şandin. Ji bo ku ev hemû polîtîka yên dîtin, êrişî HDP’ê dikin. Belê dixwazin bi êrişkirina partiya me, mayîndetiya xwe dewam bikin. Lê her ku ew êriş bikin, em bi hêztir dibin. Her ku ew êriş dikin, gel hîn zêdetir dikeve ferqê ku HDP’ê ji bo Tirkiyeyê çiqas girînge. Ev vê yekê li Alîga ya Îzmîrê, Îkîzdere ya Rizeyê, Rezan a Amedê, Stenbol û Cizîrê dibînin. Ji ber vê em dibêjin; çawan ku jehrkuja faşîzmê demokrasiye, jehrkuja desthilatdariya AKP û MHP’ê jî HDP ye.”   OPERASYONA DER SÎNOR   Gunay di dewama axaftina xwe de wiha got: “Hinceta hebûna vê desthilatdariyê şer û operasyonin. Cardin li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê dest bi êrişan kirin. Gefan li ewlekariya mal û canê gelê Kurd dixwin. Kurdan neçarî koçberiyê dikin. Di operasyona herî dawî de jî, cardin gund hatin valekirin. Dijminantiya wan a li dijî Kurdan me hemûyan bi awayekê pir aşkere di referanduma Başûrê Kurdistanê de dît.     PDK DIBE AMÛR    Ez ji vê derê bang li gelê Kurd dikim, li ku derê dibe bila bibe, hemû destkeftiyên Kurdan bi hev ve girêdayîne. Ne tenê erdnigariya Kurdan, di heman demê de qedera wan jî yeke. Jiyanek bi rûmet di yekitiya Kurdan re derbas dibe. Di heman demê de ez bang li Rêveberiya Herêma Kurdistanê jî dikim. Divê nebin amûrê polîtîkayên êrişîn li dijî Kurdan. Divê destkeftiyên Kurdan nekin qûrbanê hevkariyan. Ev berpirsiyarek dîrokî ya li hemberî gelê Kurde.   ÊRIŞÎ DENGÊ AŞTIYÊ DIKIN   Ger em bên gel hev, emê siyasetekê aştiyane bi rêve bibin. Ji ber ku dewlet vê yekê baş dizane, êrişî dengê aştiyê dike. Siyaseta tecrîdê jî bi vê girêdayî ye. Ji ber vê Birêz Ocalan 22 salin dibin tecrîdek giran de digirin. Ocalan bi xespek taybet û hiqûqek xinc, dibin tecrîdê de digirin. Hevdîtina parêzeran tuneye, hevdîtina malbatê tuneye û hevdîtina telefonê tuneye. Her ku Ocalan behsa modelên çareseriyê dike, nexşerêyan amade dike, pêngavên pênber davêje û balê dikişîne ser pirsgirêka gelê Kurd, tecrîda li ser wî giran û kûrtir dibe. Ji ber çi vê tecrîdê dewam dikin? Ji ber ku dixwazin şer dewam bike, her roj cenaze bên Tirkiyeyê û li ser pirsgirêk û krîzên heyî neyê axaftin. Naxwazin ku Ocalan di vî warî de civakê hişyar bike. Wateya tecrîdê eve. Êdî tecrî û talokeya li dijî Ocalan, ketiye rewşek cuda. Di hevdîtina telefonê ya bi korsan a herî dawî de jî,  Ocalan hişyariya ‘dewlet şaşiyê dike’ kiribû. Ev hişyariya wî pir girînge. Lê dewlet û desthilatdarî, vê şaşiya xwe dewam dike. Em dubare dubare dibêjin, Êdî ji vê şaşiyê vegerin û deriyên Îmraliyê vekin.”