Başkaya: Desthilatdarî li Efrînê agir pê xist, dibe ku nikaribe vemirîne 2018-01-31 10:57:08   ENQERE - Akademîsyen-nivîskar Fîkret Başkaya diyar kir ku armanca êrîşên li dijî Efrînê ewe ji îslamîstên radîkal re qadê vekin û ev tişt got: "Lê dibe ku ev rewş berovajî bibe. Şewata ku desthilatdariyê li Efrînê pêxist, dibe ku nikaribe vemirîne. Ruhên ku bang li wan kiribû dibe ku şûn ve neşîne."   Êrîşa li dijî Efrînê di roja 12'emîn de bi piştgiriya hêzên navneteweyî berdewam dike. Rexnegirê pergalê Akademîsyen-Nivîskar Fîkret Başkaya di vê der barê de pirsên ber mersivandin. Başkaya li ser êrîşan rawestiya, aşkera kir ku ji hêlekê ve ji bo DAIŞ'ê qad tê vekirin, ji hêlekê ve siyaseta navxweyî dîzayn dikin. Başkaya ji bo kurdan jî got ku divê kurd baweriyê bi hêza xwe ya cewherî bînin.   Hevpeyvîna Başkaya ya bi Ajansa Mezopotamyayê re wiha ye:   Tevgera li dijî Efrînê dest pê kir. Hûn vê çawa dinirsînin?   Di vê yekê de armanca wan çi ye ne diyar e. Lê li holê, tiştekî wekî ku ji cîhadîstên îslamî re dixwazin qadekê vekin û tiştekî wiha dixwiyê. Hêzeke di bin serweriya wan de, cîhadîst, îslama radîkal. Li holê tenê tevgereke li dijî kurdan nabînim. Ya rast roja ku krîza li Sûriyeyê derket heta niha, armanceke wan a mudaxaleyê wir bikin, tevgereke di bin serweriya xwe de ava bikin û niyeteke wan a satalît hebû.   Ev çawa tê rewakirin?    Yanî pirseke wiha heye, ji hêla Efrînê ve tu êrîş li hemberî vir çênebûye. Vê wekî hincetekê dibînin lê hinçetek wiha ne rast e.   Tevgereke wiha tu aliyê wê yê rewa û mafdar tune. Bi tu awayî li hiqûqa navneteweyî nayê. Sedemeke vê ya derve heye, min ev got. Dixwazin ji bo komên cîhadî, oldar û keriyên kujeran statuyekê ava bikin.   Bi giştî dixwazin pêşî li tevgera kurdan bigirin. Lê heke armanc ev be bi Efrînê destpêkirin bê wate ye, ji ber ku hêza herî zêde ya tevgera kurd aliyê rojhilatê Firatê ye. Lê nikare bi ser wir de biçe ji xwe ne hêsan e, DYA û hew hene. Wê demê çi dike li wir, dixwaze ji bo tevgerên tengijî ne ji wan re qadê veke. Cihadîstên di pêşên jêr de berbi walî de paqijkirine rihet bike... Lê retorîka ji raya giştî ya cîhanê re pêşkêş kirine ne wisa ye.   Dibêjin ku 'Emê ji wir de ji Efrînê de bikevnê, berbi rojhilat ve biçin.' Lê ev ne hêsan e. Tu aliyê vê tevgerê yê rewa û mafdar dune. Tu aliyê wê yê hiqûqa navneteweyî tune. Sedemeke wê ya derve heye û min ew jî anî ziman. Ji wan hêzên kujer re qadê vedikin. Armanceke wana hundurîn heye...   Berî ku biçe wê qadê, armanceke wana ku we behs kir heye?   Na, berî wê heye. Piştî li Tunusê serhildanê dest pê kir û piştre xwe gihand Misirê moralê van gelekî bilind bû. Ji me re roj derket ji Fasê heta Afganistanê bant-xetek sunnî dê vebe. Îslama nerm a ku DYA'yê digot ev e. Van jî, ji vê re pêşengî kir û di sedsala nû de xwestin Neo-Osmaniya nû di vê sedsalê de îhya bikin. Ji bo vê sond xwaribûn ku rejîma Esad hilweşînin. Gotin emê di hefteyêkê, 15 rojan de xwe berbi Şamê ve bi pêş de biçin. Lê ne wisa ye. Rast nexwendin, ji ber ku fikirîn ku piştgiriya gel li wir tune, lê xelet bû.   Ya duyemîn Hîzbûllah, Îran û Rûsya ketin dewrê û projeya rûxandina Esad vala derket. Lê niha jî hêj dest ji vê bernedane. Ew sonda wan dewam dike, dixwazin Esad hilweşînin û dewleteke di bin serweriya xwe de ava bikin...   Wê demê difikirin ku Osmaniyan ji nûve îhya bikin. Di serî de heta niha ev proje hebû. Dema fêm kirin ku dê ev lîsik neyê leyîstin hêj Esad naxwazin û dixwazin birûxînin. Rastî derket holê ku ev ne pêkan e, vê carê xwestin li hin herêman bermahiyên radîkal, îslameke polîtîk, DAIŞ, El Qaîdeyê bi cih bikin. Bêguman kurdan jî bê bandor bikin.   Belê we bal kişandibû ser sedemên navxweyî jî?      Dema rejîmeke despotîk be ev qural e, dîktator tiştekî qezenc neke biryarê nade. An jî bi fen û fûtan bizanibe ku dê hilbijartnê qezenc bike dê destûrê bide. Muxalefetê çav berdaye hilbijartinên 2019'an, lê ev nêrîneke tewş e.   Armanceke wana ji bo nundur jî heye. Bi vê re bingeha dengê xwe mezin bike, an jî biparêze, muxalefetê hêj zêdetir bê bandor bike, hilbijartinên 2019'an teqes bike... Dema rejîmeke despotîk be ev qural e, dîktator hilbijartina ku bizanibe dê qezenc neke destûrê nadê. An jî bi fen û fûtan bizanibe ku dê hilbijartnê qezenc bike dê destûrê bide. Muxalefetê çav berdaye hilbijartinên 2019'an, lê ev nêrîneke tewş e. Ha tiştek din jî heye ev Tirkiyeyê bi rêve dibin. Dixwazin hemeleyeke wiha bikin û bablîsokê rakin. Bêguman dixwazin hêza kurdan a li wir jî bêbandor bikin. Niyeta esalî ev e.   Tiştên we qala wan kir danîne holê, miraz dikin. Belê, rastî çî ye?   Di navbera niyet û rewşa realîst de ne hewce ye hevdû qebûlkirineke dibêtî hebe. Dibe tiştek wiha bibe. Çawa van dizanibû dê di hefteyekê de Şamê, Helebê nikaribin bigirin, li vir jî bi dîwarekî wisa re rû birû ne. Dibe ku ev rewş dirêj bajo. Dema dem dirêj bibe, dibe ji vê tevgerê tiştek dernekeve. Li Efrînê nifûsa kurdan zêde ye û girseyeke zane li wir heye. Dibe di warê kurdan de berxwedan hêsan be. Ji ber wê dibe rêveçûna bûyeran biguhere. Dibe ku şewata ku derxistibin nikaribin vemirînin. Dibe ku ruhên ku bangî wan kiribin nikaribin şûnve bişînin. Xetereyeke wiha ji bo wan jî heye.   Tiştekî din jî heye li vir bi sorkirina nijadperestî, netewperestiyê rejîma zextan diparêzin û vê yekê beşekê bi ser dixin jî. Mînak CHP, di vir de di polê de ma. Ya rast li vir meclis tune lê qet nebû dikaribû pêşî li tevgereke dagirkeriyê ya wiha bi lez û bez dest pê kir bigirta. Ev di warê muxalefetê de jî pirsgirêkek cidî ye.    Hûn di vê mijarê de CHP'ê rexne dikin lê ka çi ji CHP'ê tê hêvîkirin? Hemû operasyonên derveyê sînor CHP'ê îmzeya xwe avêtiyê.   Heke tu muxalefet bî divê tu muxalefetê bikî û li gorî wê tev bigerî. Bi lez û bez piştgirî dayîna desthilatdariyê... Bêguman sicîl xirab e. Her dem reheke netewperest serdest e, di vir de nîqaş tune. Di dawiya dawî de li vir li dijî jiyana mirovan êrîşeke berfireh heye. Divê li dijî wê derkevin. Van beyî ku tevgerê nîqaş bikin piştigî dan. Bêguman CHP partiyeke dijberî kurdan e. Ev pirsgirêka kurd pirsgirêkeke 100 salî ye. Pirsgirêkek 100 salî nabe. Pirsigrêkek dibe tê çareserkirin. 100 sal e çareser nebûye.   Gelo naxwazın çareser bikin?    Pirsgirêkek 100 salan tê berdewamkirin? CHP jî ji wê rehê tê. Di rêbaza van a rêvbirinê de çi ji gel bê qebûl nakin. Ev quralek e. Ez carekê ji tiştekê re bêjim erê, mecbûrim ji hin tiştên din re jî bêjim erê. Tirseke wan heye.   Belê, naxwazin ev bê çareserkirin. Di sala 1925'an de jî nedixwestin, di 2018'an de jî naxwazin. Ji ber ku li ser vê pirsgirêkê pêşî li demokrasiyê digirin û vê jî bi ser dixin. Daxwazên ji miroan tên dikarin bitepisînin, welat dişêlînin. Nêzikatiyeke rejîmê ya wiha heye. Naxwaze çareser bike. Ne hesp û hêştir e. Pirsgirêkek 100 salan tê berdewamkirin? CHP jî ji wê rehê tê. Di rêbaza van a rêvbirinê de çi ji gel bê qebûl nakin. Ev quralek e. Ez carekê ji tiştekê re bêjim erê, mecbûrim ji hin tiştên din re jî bêjim erê. Tirseke wan heye.   Dema hûn aliyê vê tevgerê yê navneteweyî dinirxînin hûn çi dibînin? Rûsyayê bi vekirî ev erê kir, NATO, Îngiltere û Hollandayê jî piştgirî da, DYA'yê bi bêdil (kerhen) qebûl kir...   Ev meseleyeke li gorî berjewendiyên hêzên navneteweyî ye. Dema berjewendiyên dewletê bûn mijara gotinê, li holê tu nirx û exlaq ne mijar gotinê ye. Ji hêzên hegonomîk dost û hevparê stratejîk nabe. Berjewendiyên van ên stratejîk dibin û têkiliyan li gorî wê dtînin. Yanî di serî de aprîorî (hoker) dê li gorî hin rêgezan biçe, tiştekî wisa tune. Ji xwe emperyalîzma DYA'yê di bingeha pirsgirêkên herêmê de nîne? Îngîlîz û fransî tune ne? Pirsgirêkên ku van berî sed salan derxistin, hêj herêm wan pirsgirêkan dijî. Li gorî min divê kurd zêde baweriya xwe bi wan aliyan neynin. Der û dor bi neyaran dorpêçkirî ye lê ruxmê wê jî dê rast nebe.   Li gorî we divê kurd çi bikin, bi kesî re têkiliyan daneynin?    Divê baweriya xwe bi hêza xwe bînin, li gorî hêza xwe tev bigerin. Divê her unîte li cihê lê ye li gorî demokratîkkirina wê rejîmê di nava hewldanan de be. Divê bibe xwedî vê statuyê û li gorî wê herêman demokratîk bike. Ez alîgirê bila dewleteke min jî hebe nînim. Ez dizanim dewlet çî ye. Tiştekî wekî bila dewleta tebe tune. Wekî ku dewleta te be tê dîtin. Dewlet pergaleke zilmê ye. Wekî ku dewleteke kurdan hebe dê biçin buhiştê. Lê ne werê ye. Heke dewleta kurdan hebe dê îşkenceyên wan jî hebin. Ji xwe em armanc dikin ku ji van dewletan rizgar bibin. Tişta tu dibêjî dewlet çî ye? Amûra şidetê ya di destê hin çînan de ye.   Hûn heman tiştî ji bo Tirkiyeyê jî difikirin?   Pergala kapîtalîzmê dest pê kiriye û ber bi jêr ve diçe. Pêvajoya rûxandinê dest pê kir. Ji vê rizgarî tune. Krîz bi asayî averêyî ye (normalde sapma) û bi asayî derfetên vegerê hene. Lê rûxandin ne wisa ye. Dema pêvajoyê dest pê kir, veger tune.   Bêguman, ez vê bi globalî dibêjim. Ev ji bo Tirkiyeyê jî wisa ye. Heke pêşerojek hebe divê mirov ji dewlet, pere û milk bê rizgarkirin, divê tu kes vê xilî xwar neke. Ji derveyê vê tu pêşeroja mirovahiyê tune. Ev dewlet mirovahiyê ber bi tunebûnê ve dibin. Ev pergala kapîtalîzmê. Mînak avê bi pere difiroşe te. Her tişt kiriye malê xwe. Her kes proleter e. Gundî jî kiriye proleterî. Gundiyê tu dibînî ne ew gundî ye. Wekî glogalî pirsgirêkeke wiha heye. Pergala kapîtalîzmê dest pê kiriye û ber bi jêr ve diçe. Pêvajoya rûxandinê dest pê kir. Ji vê rizgarî tune. Krîz bi asayî averêyî ye (normalde sapma) û bi asayî derfetên vegerê hene. Lê rûxandin ne wisa ye. Dema pêvajoyê dest pê kir, veger tune. Krîza gihanekê veguherî rûxandinê. Lê dê ev kar sibê biqede, ne wisa. Mirina organîzmyeke zindî û pergaleke civakî ya ji ser dika dîrokê çûyîn ne wekî hev e. Ev dê li demê belav bibe.   Divê li dijî vê rewşê çi bê kirin.   Pergal hildiweşê an tuyê di binê rûxandinê de bimînî, an jî tuyê pêşî li vê rûxandinê bigirî û cîhanê ava bikî. Divê êdî rêbaza têkoşînê bê guhertin. Di têkoşîna ji bo nîzamê (düzen) dê tiştekî bi dest nexe. Bingeha di bin piyê me de şiqitî. Dema bingehek şiqitî ya yekemîn divê ji vê ataleta entelektuelî bê derbaskirin. Rexneya radîkal girîng e lê ev li herêmê bi rêve naçe. Divê bi rexneya radîkal têkoşîn bê mezinkirin. Ev bi hev ve girêdayî ne. Em bi çi re di nava gengeşiyê de ne divê em bizanibin.   Dê ev rûxandin kêngê bigihêje encamê ne diyar e, lê xwîna di rehên kapîtalîzmê de digere petrol e. Petrol ne bê sînor e û niha di noqteya dawî de ye. Ihtimala ku di sala 2030'an de biqede. Germahiya atmosferê, dê encamên muazzam ên bêdengeyî bi xwe re bîne. Li gorî qinaetê min, dê di navbera vî sed salî de ev şaristanî li ser dikê rabe.   MA / Kenan Kirkaya