Başarir: Mirov nikare Bahçelî û demokrasiyê deyne cem hev 2021-05-13 09:06:20   ENQERE - Endamê Komîsyona Qanûna Bingehîn a CHP'ê Alî Mahîr Başarir, destnîşan kir ku nîqaşên derbarê qanûna bingehîn de li ber siya pergala dewleteke riziyayî û qirêjî tên kirin û got: "Peyva azadiyê û MHP'ê dijî hev in, nayên kêleka hev. Ez nikarim Bahçelî û lihevkirin, demokrasî û xweşbîniyê bînim kêleka hev."   Serokê Giştî yê MHP'ê Dewlet Bahçelî, dê metna qanûna bingehîn a 100 xalî, berpêşî Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan û koma wî bike. Li hemberî îqtidarê partiyên muxalefetê jî xebatên xwe yên ji bo qanûna bingehîn didomînin. Xebatên komîsyona ku li Navenda Giştî ya CHP'ê hat avakirin jî didomin. Dê komîsyon xebatên xwe bi HDP, Partiya Saadetê, Partiya ÎYÎ'yê, Partiya Demokratê û partiyên siyasî yên din û akademîsyenan re parve bike.    Endamê Komîsyona Qanûna Bingehîn a Meclîsa CHP'ê Alî Mahîr Başarir, nîqaşên di vî warî de nirxandin.    Başarir, destnîşan kir ku qanûna bingehîn "metna lihevkirinê" ye û xebatên di vî warî de pêşî divê berpêşî civakê bên kirin. Başarir, bilêv kir ku Bahçelî dê metna ku amade kirine ji dêvla civakê pêşî berpêşî Erdogan û koma AKP'ê bike. Başarir, destnîşan kir ku tiştekî bi vî rengî nerast e û got: "Ji sedî 51 got erê, ji sedî 49 got na û pergaleke cihê nîqaşê heye."    Başarir, anî ziman ku qanûneke bingehîn a di vê pergalê de dê tevahiya Tirkiyeyê hemêz neke.    Başarir, destnîşan kir ku di pêşniyara qanûna bingehîn a Bahçelî de girtina Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) heye û got: "Çalakî û gotinên Devlet Bahçelî û weadên wî yên di warê qanûna bingehîn de li hev dernayên. Modeleke darazê ya cuda berpêş dike. Modeleke wekî modela dîwana bilind berpêş dike. Çima? Sirf ji bo AYM bê girtin. Lewma  qanûna bingehîn a MHP'ê, ji bo min ne cidî ye û esas nagirim. Nêzîkatiyeke bêcidî ye. Metneke ku lihevkirina civakî tê de tune, derbarê çalakbûna pergala daraz, birêvebirin û qanûnênçêkirinê de tu tişt tune ye. Hê min metna wî nedîtiye, lê dikarim bibêjim metneke seqet e."    RÊVEBIRIYEKE BÊ KONTROLKIRIN    Başarir, ji bo xebatên CHP'ê jî got: "Em pergaleke ku wezîr ji hêla meclîsê ve bên diyarkirin, hesbê bê dayîn dixwazin. Derbarê vê de xebat tên kirin. Dê ji xeynî muxalefetê, hevdîtin bi AKP û MHP'ê re jî bê kirin. Heger tenezul bikin û hevdîtinê qebûl bikin û gavek bi vî rengî bavêjin dê pir baş bibe. Em mecbûr in di vî warî de li hev bikin. Pergala parlementeriyê, darazeke serbixwe, parlementoyeke xurt û rêvebiriyeke bê kontrolkirin. Heya di vî warî de lihevkirinek çênebe, dê di warê xebatên qanûna bingehîn de tu pêşektin çênebin. Ji lew re li Tirkiyeyê pergal bi xwe bipirsgirêk e."    Başarir, destnîşan kir ku di vî warî de hem derdora AKP-MHP hem jî derdora muxalefetê li benda tiştekî ye û got: "Lê mixabin AKP-MHP heya ji destên wan tê dixwazin rêya lihevkirinê bixitimînin. Di siyasetê de bi temamî girtina deriyan ne rêyeke rast e. Heger mesele welat û gel be, heke bivê divê muxalefet û îqtidar bên cem hev du. Lê em di merasîma cenaze de dibînin ku Devlet Bahçelî berê xwe dide aliyekî din. Em Recep Tayyip Erdoganekî ku silavê nade dibînin. Heger serokkomarê vî welatî di merasîma cenaze de silavê nede serokê muxalefetê û berê xwe bide aliyekî din, wer xuya ye lihevkirin zehmet e. Lê ez behsa lihevkirina civakî dikim. Heger hûn rabin qanûna bingehîn çêbikin, 385 an jî 400 dengên we jî hebin, divê hûn ji civakê bipirsin. Ev qanûna bingehîn rewa dike. Ê li Amedê, li Edîrneyê, li Trabzonê, li Hatayê bê qebûlkirin. Qesda min a lihevkirina civakî qethiyen ne Bahçelî û Erdogan in. Jixwe ev, deriyê lihevkirinê girtine. Em ê qanûna xwe ya bingehîn çêbikin, em ê bi vê weqadê daxilî hilbijartinê bibin û gava em bi ser bikevin, em ê wekî referandûm berpêşî civakê bikin û ez dibêm dê bi rêjeyeke reqoqî jî bê qebûlkirin."    ‘NIKARIM WAN BÎNIM KÊLEKA HEV'    Başarir, destnîşan kir ku têhilanîna Bahçelî ne têhilanîke çê ye û sirf ji bo rojevê biguherîne vê nîqaş xistiye rojevê. Başarir got: "Ez nikarim qanûneke bingehîn ya azadîxwaz û pergala parlementeriyê dihewîne û MHP'ê bînim kêleka hev. Jixwe peyva azadiyê û MHP'ê dijî hev in, nayên kêleka hev. Sedema sereke jî helwesta Devlet Bahçelî û hevalên wî ye. Min pêşniyara wan a qanûna bingehîn bi temamî nedîtiye, lê ez Bahçeliyê ku dibêje 'Bila AYM bê girtin' dibînim. Lewma tu tişt ji vê dernakeve. Ez nikarim Bahçelî û lihevkirin, demokrasî û xweşbîniyê bînim kêleka hev. Heger ji bo vê bibêje pêşdarazî, bila bibêje. Ji lew re 3 sal in azmûna wî azmûneke pir xirab e. Berberîbûnê dixe nav civakê, zimanekî xirab bi kar tîne. Bêbextiyan dike, heqaretê dike. Her wiha wekî gopalê serokkomar û vê îqtidarê êrîşê dibe ser mirovan, lewma wî esas nagirim."    ‘DEWLETEKE RIZIYAYÎ Û QIRÊJ HEYE'    Başarir, di dawia axaftina xwe de got: "PIştî pergala yekzilamî çêbû, camêro kesan tayinî darazê dike û ev dara rêvebiriyê, wezîran kontrol nake. Jixwe meclîsa nikare kontrol bike. Li pişte hemû diyardeyên yekzilamiyê têkiliyên qirêj hene. Ma Mehmet Agar dikare li ser vê marînayê rûnê? Hin kes li pişta wî ne, hêzeke siyasî heye. Mehmet Agar, di salên 90'î de hebû, niha jî heye. Çakici, Eken, Agar bi hev re wêne negirtin û parve nekirin? Ma kurê Akar ne wekîlê AKP'î ye? Divê ev têkilî hemû derkevin holê? Ji lew re pergaleke dewletê ya riziyayî, qirêjî heye. Miheqeq divê li meclîsê komîsyonek bê çêkirin ev tişt bên lêkolînkirin. Em ê hewl bidin komîsyonekê ava bikin. Dixwazî bila red bikin, lê dê di zabitnameyên Meclîsê de bên tomarkirin û di nav rûpelên dîrokê de cih bigirin."    MA / Dîren Yûrtsever