Yuksekdag: Her ku ji mere bêjin qatîl dê winda bikin 2021-05-16 13:38:39   ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag, beriya danişîna doza  Kobanê ku di 18'ê Gulanê de bê dîtin got: "Li ber çavê hemû cîhanê vê carê jî heq û hiqûqê qetil dikin.  Her ku ji mere bêjin qatîl dê winda bikin."    2'emîn danişîna doza  Kobanê ku 28 jê girtî 108 siyasetmedarên Kurt têne darizandin dê di 18'ê Gulanê de li 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. Danişîna dozê dê li salona Kampusa Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê pêk bê. Têkildarî danişîna dozê Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Fîgen Yuksekdag ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê girtî ye, pirsên Ajansa me ya Mezopotamya (MA) bersivandin.    TIŞTÊ ME GOT DI DANIŞÎNA EWIL DE HAT PIŞTRASTKIRIN   Yuksekdag, anî ziman ku di danişîna ewil de armanca darizandinê derket holê û wiha got: "Danişînê gotinên me piştrast kir. Bû platforma siyasî. Li vî welatî êdî têgehên doz, daraz, hiqûq û dadgeh bêyî aliyê siyasî nayê nirxandin. Saziyên darazê bi taybetî li dijî HDP’ê û gelê Kurd bûne platformên siyaseta lîncê. Di danişîna ewil de ev yek piştrast bû. Hat dîtin ku daraz raste rast ji aliyê îqtîdarê ve tê birêvebirin."    'DARAZ Û HIQÛQ BÛYE PÊLÎSTOKA QESRÊ'    Yuksekdag, diyar kir ku biryar li salonên danişînê nayên dayîn û wiha axivî: "Danişina dozê ne li salona dadgehê, bi daxuyaniyên derve yên ku darazê araste dikin dest pê kir. Kompoya Doza Kobanê ji aliyê kê ve hatiye destpêkirin bê niqaş e. Aşkere mudaxale kirin. Ji zincîra ferman û qomuta pêk tê. Maseyên daraza taybet ava kirin.  Pergala darazê ku yek bi yek gotinên îqtîdarê pêk tîne heye. Li Tirkiyeyê tu carî mirov nikare qala daraza serbixwe bike. Lê bi taybetî di serdema îqtîdara AKP-MHP'ê de pergala daraz û hiqûqê bûye pêlîstoka qesrê. Ev yek di danişîna ewil de hat ditin. Ji niha û şûnde jî em texmîn dikin dê çawa pêş bikev e. Dixwazin vê darbeya siyasî û kumpasê di demek herî kin de bêyî krîterên hiqûq û heqîqetê li ber çavan bigirin bi encam bikin. Dixwazin gotinên Erdogan û berdevkên AKP-MHP'ê yên siyasî bi rêya dadgehên bi erka taybet piştrast bikin. Îqtîdarê hemû hêza dewletê û medya di destê xwe de kom kiriye. Bi vê rehetî û kîbîrê êrîşên xwe berdewam dikin. "    'HER KU BÊJIN QATIL DÊ WINDA BIKIN'    Yusekdag, destnîşan kir ku kesên di tariya xwe de winda bibin dê teqez rojekê li pêş gel hesab bidin û wiha berdewam kir: "Her ku ji mere bêjin qatil dê winda bikin. Kesên esil aqit û kesên komkujiya 6-8'ê plan kirin, dixwazin me tawanbar bidin xuyakirin. Derewên wisa faşîzma Hitler jî rizgar nekir.  Dîrok bi gelek mînakên bi vî rengî tijî ne. Ku li dîroka xwe binerin wê vê rastiya xwe bibînin. Operasyonên berê li dijî vîn û siyaseta gelê Kurd pêş ket, bê guman zerar da nunerê wan. Dema em li darvekirina şêxan, Seyît Riza û pêşengên Kurdan dinerin, em dibînin ku nikarin bi darvekirin, cezakirin û rêbazên din, tune bikin. Di dîroka Kurdan de her tim li Kurdan zindan, înkar û tasfiye ferz  kirin. Vê yekê bêtir siyaseta Tirk xetimand.  100 sal in Kurdan ji ser axa wan diqewîrinin. Lê Kurd ji ser axa xwe naçin. Hûn sirgûn dikin lê naçin û mafên xwe dixwazin. Berî her tiştî mafê xwe yê wekhev dixwazin. Niha siyasetmedarên Kurd şoreşgerên Tirkiyeyê, sosyalîst, demokrat, elewî, musliman, feminist, ekolojist û hemû kesên bindest bi hevre dadirizînin. Bedel didin. îqtîdar rê li pêş DAIŞ'ê vedike.  Wekî 6 sal berê dîsa em li dijî zulma DAÎŞ'ê û hişmendiya wê têdikoşin. Bi êrîşa HDP’ê û muameleya dîlgirtina me, rê li pêşiya DAÎŞ’ê vedikin."    Yuksekdag, herî dawî gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Îqtîdara siyasî û navendên rojava, li ser ‘keleyên HDP’iyan li hev kirin. Bi Yekîtiya Ewropa (YE) û DYA re li dijî me şer kirin. Li ber çavê hemû Tirkiye û cîhanê care din heq û hiqûq tê qetilkirin. Efendiyên siyasetê û hevkarên wan raste rast berpirsiyar in û temaşe dikin.b    MA / Zemo Aggoz