Sancar: Înkarkirina kurdan wê rûxandina wan bîne 2021-05-18 14:53:30   ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar di komcivîna partiya xwe de got: ''Desthilatên ku di meseleya kurdan de înkar û îmhayê weke rêya tekane dibîninin civakê jî dirîzinin û dewletê jî rûdixînin."    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar li Meclîsê di komcivîna partiya xwe de axivî û bal kişand ser mijarên di rojevê de.    Sancar destnîşan kir ku rizandan û pişaftina ku desthilata Tirkiyê ava kiriye, dewleta Tirkiyê kiriye rêxistinên mafyatîk û sûc.   Kurtasiya xaftina Sancar wiha ye:    ''Îro tiştên ku derketine holê ji kesî ji me re xerîb nayên ,ji me re qet xerîb nayên. Em ji berê ve bi vê gemariyê dizanin û sedemên wê jî xweş dizanin. Dema ku desthilatek meseleya Kurd înkar bike, bi nêzîkatiya çekdarî were wê birize. Ev rizîbûn dewletê jî civakê jî dirizîne. Em ji salên 90'î dizanin, bi hezaran, bi deh hezaran bi rengekî 'kiryar nediyra' hatine kuştin, bi hezarna gund hatin şewitandin, bi milyonan Kurd ji şûnwarên wan hatin kirin û ya ku ev kirî ew hişmendiya rêveberiyê ya bêyî exlaq e...Çi bû? Her dever bû taxa sûc.  Her cure qeçaxî, têkiliyên mafyayî li her deverê berbelav bûn. Meseleya sereke ev e.  Desthilatên ku di meseleya Kurdan de îmha û înkarê weke tekane rê nîşan didin civakê jî û dewletê jî dirizînin. Em hewceyî pê nabînin ku yek bi yek li ser wan vîdeoyên li meydanê rawestin, her wiha em pê dizanin ku ev  ev tenê parçeyek biçûk a ji rastiyê ne, em ji kana meselê çavVên xwe nedin alî. Filankes bêvan kes wiha got, na, em bibînin bê ka em çilo û çima hatine vê rewşê, em vê bibînin. Sedema sereke ya ku îro em hatine ivr hişmenidya înkar û îmhayê ya Kurdan e. Wê demê hûn mecbûr dimînin ku têkevin eynî kîsê ku bi marêj jehrî tije ye. Serokê AKP'ê xweş pê dizane bê ka ev çiye.''