Gunay: Li Sîncanê dadgeha engîzîsyonê hatiye avakirin 2021-05-21 13:42:57 ENQERE – Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, diyar kir ku ji bo Doza Kobanê dadgeha engîzîsyonê hatiye avakirin û ev tişt got: “Kesên ku hevî dikin HDP’ê bêdeng bikin, zû an dereng wê ji hêla vî gelî ve bên darizandin.”   Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, li Navenda Giştî ya partiya xwe civîneke çapameniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand. Gunay, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser zextên ku li dijî partiya wan tên meşandin û derbarê Doza Kobanê de ev tişt gotin: “Doza Kobanê doza kompasê ye. Li Sîncanê dadgeha engîzîsyonê ya roja me hatiye avakirin. Dixwazin HDP'ê li derveyî siyasetê bihêlin û wê bitepisînin. Ew hêvî dikin ku wê HDP'ê bidarizînin. Lê şaş in. Kesên ku hêvî dikin HDP'ê bidarizînin wê zû yan jî dereng ji hêla vî gelî ve bên darizandin. Kesên ku li ser derewan dadgeh ava kirine wê li dadgehên rasteqîn biçin ser sergoyên dîrokê."   TECRÎDA ÎMRALIYÊ    Gunay, destnîşan kir ku sedema rewşa heyî ya li Tirkiyeyê polîtîkayên tecrîdê ne û wiha got: “Polîtîkayên xwe yên bêhiqûqî li bajar bi bajar, kuçe bi kuçe, mal bi mal li her derî belav dikin. Ji ber ku aştiyê, aramî û çareseriyê naxwazin dibêjin tecrîd. Lewre baş dizanin ku bi rabûna tecrîda li ser Ocalan re wê aştî bê vê axê. Daxwazên çalakerên greva birçîbûnê daxwazên rewa û hiqûqî ne. Daxwazên çalakgeran daxwazên me ne. Divê rayedar demildest gav bavêjin.”   ‘DIVÊ SOYLÛ ÎSTIFA BIKE’   Di berdewamê de Gunay, da zanîn ku dewlet mafyayî bûye û derbarê şerê di navbera Serokê Mafyayê Sedat Peker û desthilata AKP’ê ev nirxand kir: “Tora kirêtiyê kut ê îfşakirin, tiştên ku em dibêjin piştrast dike.Ev pergal sûc hildiberîne. Pergaleke ku bi hiqûq û edaletê bi rê ve diçe tuneye. Ev jî dewletê radestî mafyayan dike. Ji ber delîl û îtîrafên ku tên kirin divê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû îstifa bike û li Dîwan Bilind bê darizandin. Bi êrişkirina HDP’ê hûn nikarin xwe paqij bikin.”   BANGA HILBIJARTINA PEŞWAXT   Gunay, bal kişand ser polîtîkayên şer ên desthilata AKP’ê û bi lêv kir ku desthilata AKP’ê pêşeroja xwe bi şer û pevçûnan ve girêdaye û bi van gotinan banga hilbijartina pêşwaxt kir: “Weke rêbazeke rêveberiyê şer kişandiye nav xaka Herêma Kurdistanê. Şer ji welat re hê zedetir mirin û têkçûna aboriyê tîne. Kesên ku şer li welat ferz dikin, çavkaniyên welat bi têkiliyê çete û mafyayê xerc dikin. Ji bo ku ev polîtîka bi dawî bibin û em têkoşîna xwe didomînin. Sebre gel jî ji bo şandina vê desthilatê nemaye. Ji ber vê em bang dikin ku di demeke herî kurt hilbijartina pêşwaxt pêk bê.”    ‘AVÊ WEKE ÇEK BI KAR TÎNE’   Herî dawî Gunay, têkildarî birîna avê ya ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: “Desthilata AKP’ê polîtîkayên xwe yên dijminane bi avê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşîne. Li dijî gel avê weke çek bi kar tîne û peymana ku îmze kiriye bin pê dike. Rexmî saziyên navneteweyî ji ber birîn avê rexne li desthilata AKP’ê kirine jî îro av weke çek tê bikarîn. Di vê pêvajya pandemiyê bêavhiştina gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê sûcekî li dijî mirovahiyê ye.”