Hevserokê KCD’ê Ozturk: Dema şikandina tecrîdê ye 2021-06-03 16:50:42   AMED - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li Amedê di civîna gel de axivî û wiha got: “Di kesayeta Birêz Ocalan de bi milyonan kes tên tecrîdkirin. Divê em vê tecrîdê bişikînin. Heke em bişikînin, hem dê Birêz Ocalan hem jî em ê azad bibin."    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajêr a Amedê  têkildarî mijarên di rojevê de li avahiya Rêxistina DBP’ê ya Navçeya Rezanê civîna gel li dar xist. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier û gelek welatî tevlî civînê bûn. Ozturk di civînê de axivî.    Ozturk destnîşan kir ku yekane armanca desthilatê ji holê rakirina kurdan e û polîtîkayên asîmîlasyonê her roja ku diçe kûrtir dibe.    ‘BI MILYONAN KES HATINE TECRÎDKIRIN’   Ozturk diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan bandorê li ser hemû civakê dike û wiha got: “Birêz Ocalan tecrîd kirin. Dema hat hesaba wan tecrîdê sivik dikin, dema hat hesaba wan giran dikin. Lê ev tecrîd li ser herkesê ye. Birêz Ocalan bi salane di tecrîdê de ye û bi wî re milyonan kes di tecrîdê de ne. Tenê ne kurd hemû Tirkiye di tecrîdê de ye. Li her derê Kurdistanê şer didomin. Di vê pergala kapîtalîst de destûr nadin ku em jiyana azad ava bikin.”   ‘ÎRO HER KES KURDAN NAS DIKE’   Ozturk da zanîn ku kurd îro di hemû cîhanê de tên nasîn û wiha axivî: “Îro herkes kurdan nas dike. Fîkriyata li Rojava kete meriyetê. Lê bi vê pergalê jiyana azad nabe ji ber vê yekê bi kurdan re şer dikin. Bi sed salan e dixwazin me kurdan tune bikin lê me ne Komkujiya Dersîmê ne jî Komkujiya Zîlanê ji bîr nekir.”   ‘LI KURDISTANÊ QIRKIRIN HEYE’   Ozturk anî ziman ku pêvajoya pandemiyê baş nehat bi rê ve birin û wiha berdewam kir: “Ji her derê êrîşî kurdan dikin. Bi KHK’yan dixwazin mirovan terbiye bikin, ciwanan teşwîqî tiryakê dikin û faîlan serbest berdidin. Memûrek radibe dibêje ‘dewlet ez im’ , vê hêzê ji dewletê digire. Êrîşî cenazeyên me dikin ev hiş û bîrên me ne. Gelê me bedelên mezin dide û hêj jî dide. Lê ligel hemû zilm û nebaşiyan jî baweriya me di cih de ye.”   ‘DEM DEMA ŞIKANDINA TECRÎDÊ YE’   Ozturk qala têkiliyên dewlet û çeteyan jî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her roj bi çeteyan, mafyayan û DAÎŞ’ê re têkiliyên wan derdikevin. Kesê ku vê siyaseta ku riziye çareser bike Birêz Ocalan e. Em azadiyê dixwazin. Navnîşana çareserkirina van pirsan diyar e. Hewceyî Emerîkayê û Rûsyayê nîne, Îmrali nêzîke herin wir. Divê em vê tecrîdê bişikînin, dem dema şikandina tecrîdê ye. Rêya bi PDK’ê re ne tu reye. Başûrê Kurdistanê pêşkeşî Tirkiyeyê dikin. Lê me ji bo wan deran bedelên mezin dan. Heke em vê tecrîdê bişkînin hem dê birêz Ocalan hem jî em ê azad bibin.”   Di civînê de banga tevlîbûna bîranîna qurbaniyên teqîna 5’ê Hezîranê û mitînga ziman ku Tora Ziman û Çanda Kurdî di 7’ê Hezîranê de li Amedê li dar dixe hat kirin.